10 januari 2012

Bi êrîş û demagojiyê hûn nikanin sûcê xwe veşêrin

Berdevkê hikûmeta AKP-ê Huseyin Çelikê wanî, do, piştî 12 rojan bi rengekî xeyrî cidî û sexte ji malbatên şehehîn Roboskê xwedêgiravî uzrê xwe xwest û got, ew bawer dike ku di rojên pêşda, piştî ku lêkolîn qediyan, serokwezîr Erdogan jî ewê li ser navê dewletê uzir bixwaze.

 Li hember miletekî ancax însank dikane hewqasî qurre û bêhurmet bibe. Piştî qetlîamê bi 12 rojan ”soza” lêborînê dide kurdan û dibêje di rojên pêşda dewlet jî ewê lêborînê bixwaze.

Kurro dewlet lïborînê bixwaze çi ye nexwaze çi ye, hemû kurd zanin ku qatil dewlet e û hukûmeta AKP-ê ye.

Serokê hukûmetê Erdogan, du rojan piştî bûyerê bira uzurxwestina ji malbatên şehîdan li wir bimîne, ji ber vê qetlîamê sipasî serfermandarê xwe yê qatil kir.
Îcar lêborîna çi halê çi?

Erdogan, serfermandarekî darbecî ji ber ku xwestiye hukûmeta wî bixîne dide girtin, lê li aliyê din serfermandarê xwe yê qatilê 35 kesên siwîl jî pîroz dike.

Erdogan, serfermandarê xwe pîroz dike ji ber ku mêrik emrê wî tam bicî aniye loma.
Erdogan ji kurdan lêborînê naxwe, lê serfermandarê xwe pîroz dike ji ber ku leşkeran ev qetlîam li gorî emirê hukûmetê kirin.

Loma jî hukûmet nikane kesekî bigrem ya jî sûcdar nîşan bide û loma jî hukûmet meselê şêlû û dirêj dike.



XXX

Li Silopiyê, Şirnexê, Mûşê, Diyarbekrê, Batmanê, Antalyayê, Çinarê û Anqereyê pûlisên rejima AKP-ê îro jî girtin ser gelek malên kurdan û tam 53 kes girtin bin çavan.

Hukûmeta AKP-ê maşelah dewletê ji bo kurdan dixebitîne. Rojê girtina 40-50 kurdî ji xwe ra kirina rûtîneke dewletê ya rojane. Digrin û ha digrin.

Hesabê wan ew e ku bi vî hawî ewê tevgera kurd ya netewî biqedînin û kurdan teslîm bigrin.
Lê ev zulm û barbarî jî ewê heta û heta dom neke, bi vê teror û zulmê Erdogan gorra xwe dikole...



XXX
Li Tirkiyê jê 18 mudûr û bepirsiyar tam 97 rojnamevan di zindanan da ne. Bi vê hejmara rojnamevanên girtî Tirkiye li cîhanê welatê yekem e ku hewqas rojnamevan avêtiye zindanan.

Û Erdogan jî gav û saetê pesnê vê demokrasiya xwe ya pêşketî dide û dixwaze ji welatên Rojhilata Navîn ra bibe numûne.

Çi numûne çi nimûne, kenê meriv tê…
Ji bo kurdan îro li Tirkiyê rejîmeke faşîst ya bêqusûr û mikemel heye…
Lê hin kurd hîn jî vê rejîma ceberût nabînin û ji dîktatorekî weke Erdogan hêviya pêşxistina demokrasiyê û dana mafên kurdan dikin.


XXX
Li Tirkiyê qetilkirina 36 kurdên siwîl serbest e, lê protestokirina vê qetlîamê sûc e û tahrîk e.
Li ser protestoyên vê qetlîamê Erdogan ji kurdan ra dibêje, zêde nepeyivin, emê xwîna wan bidin.
Li Tirkiyê qatilên 36 kurdên siwîl nayên girtin, lê ji ber ku 3-4 xortan du şîrmaq(sîle) li qaymeqamê dewletê xistin 6 kes tên girtin .


XXX
Hukûmet dike nake, nikane berpirsiyariya xwe ya di qetlîama Roboskê da veşêre.

 Erdogn ji dêlî ku bibêje wan ”çima 35 gundiyên kurd yên siwîl kuştin”, êrîşî BdP-ê dike, dibêje BDP çima vê meselê hewqasî mezin dike..

Gulten Kişanakê, li ser van demagotjiyên Erdogan îro çend gotinên pir baş jê ra gotiye.

Kişanakê gotiye, ”qaşo hûn dibêjin ku we wesayeta leşkerî rakiriye. Artêş girêdayî we ye. Heger artêşê ev qetlîam kiriye wê demê mesûliyet ya we ye. Weke berê hûn nabêjin bêyî haya me kirin. Tu serfermandar pîroz dikî, destên we di hev da ye, hûn bi hev ra dixebitin. We ev wesayet êdî mişterek kir. Me ruyê we yê herî komkuj dît, lê em dîsa jî teslîm nebûn. Emê îro jî teslîm nebin. Hûn hîn jî bi demagojiyê, bi qîjewîjê û bi hin gotinên pelapûçî hewil dididn ku berpirsiyariyên xwe veşêrin.”

Ew çi bikin jî nikanin berpirsiyariya xwe veşêrin, di dil û ûjdanê miletê kurd da hukûmeta AKP-ê mahkûm bûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE