11 januari 2012

Ev gava dîrokî li hemû kurdan pîroz be !

Ji 6 partî û hêzên kurd îro li Diyarbekrê gaveke dîrokî hate avêtin.
Şeş(6)partî û hêzên siyasî yên kurd ji bo ku qanûneke esasî ya demokratÎk bê amadekirin bi hev ra pêşniyareke mişterek pêşkêşî raya giştî kirin.

Partiyên kurdan di pêşniyara xwe da dixwazin ku nasnameya gelê kurd were naskirin, partî û rêxistinên kurdan bi navê kurd û Kurdistanê werin qebûlkirin, zimanê kurdî bi awayekî resmî were qebûlkirin û dibê li erdnigariya Kurdistanê gelê herêmê xwe îdare bike.

Dibê ev gav ji zûda hatiba avêtin, lê mixabin nehat avêtin û ma heta îro.
Lê bi derengî be jî di riya azadî û serxwebûna miletê kurd da gaveke pir girîng û dîrokî ye. Dibê hemû rewşenbîr, nivîskar, hunermend û her kurdê walatparêz piştgiriya vê platforma netewî bike.

Herkes êdî dizane ku xelasiya kurdan berî hertiştî girêdayî tifaq û hevkariya wan e. Dema hêzên siyasî yên kurd yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin alîkarî û piştgriya navnetewî jî rehettir dibe.

Li ser pêşniyarên platformê dikane gelek tişt were gotin, ya jî hin kul û kêmasî were dîtin. Ev normal e.
Lê ev yek dibê nebe sebebê ku meriv piştgiriyê nede daxwazên vê platformê û ji bo xurtkirina wê nexebite.

Dibê meriv kêmasiyan rexne û tiştên baş jî xurt bike.
Weke kurd bi vê gava dîrokî ez pir kêfxweş bûm û ji bo xurtkirina vê platformê û bidestxistan va pêşniyaran çi ji destê min were ezê texsîr nekim.

Hêz û partiyên ku ji bo qanûna esasî ya nû bi hev ra "Pêşniyar” amadekirine ev in: BDP, HAK-PAR, KADEP, OSP, KCD û TEVKURD û TDŞK.


XXX
 Ez serkeftina Roj TV-ê ya li hemberî dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê ji dil û can li miletê kurd û li hemû kurdên walatparêz pîroz dikim.

Ev serkeftina Roj TV-ê ya li hemberî hukûmeta AKP-ê serkeftineke pir mezin û dîrokî ye, miletê kurd bi têkoşîn û liberxwedana xwe careke zora vê dewleta zalim û barbar bir û ew rezîl kir.

Ev 3 sal in ku hukûmeta Erdogan bi hemû dem û dezgehên xwe ve, bi hemû hêz û îmkanên xwe yên siyasî, aborî û dûplomatîk ve dixebtite ji bo ku Roj TV-ê bide girtin, lê di dawiyê da ew têk çûn miletê kurd biser ket....
Ez hemû têkoşerên vê xebat û liberxwedanê pîroz dikim.


XXX
Serokwezîrê Tirkiyê merivekî pir bêedeb û devpîs e, hercara ku devê xwe vedike pîsî ji devê wî dibare. Ez bi xwe tu carî nikanim heta dawiyê li axaftinke wî guhdarî bikim. Ez fêm nakim însan çawa tahamulî guhdarîkirina wî dikin?

Merivekî cilq, çort û devpîs e. Mistewa wî nizim û uslûba wî jî ne ya serokwezîrekî ye. Dema dipeyive ji siyasetmedar û serokwezîrekî kamil û bi kultur bêtir, dişibe berdûşekî kolanan. Tevgera wî, uslûba wî û gotinên ku bikar tîne hemû yên sûtalên kuçan e.

Û dema li ser mesela kurd dipeyive û qala BDP-ê dike, tew bi carê da ji kamiliyê, maqûliyê û însaniyetê dûr dikeve, tam dibe çamûr, dibe te...nî, dibe merivekî şîrret, meriv dixwaze hema jê dûr bikeve…

Tu carî nizane sakîn û rehet bipeyive, tim weke fêkîfiroşên bazaran dike birrebirr û qîjewîj. Tu dibêjî hela herb e çi ye…

Do dîsa di civîna gruba partiya xwe da peyivî û rexneyên pir bêedeb û bêmistewa li BDP-ê, li Selahattin Demirtaş û li Leyla Zanayê girt.
Lê ji rexneyên siyasî bêtir, demagojî û çeqelî kir, ji Selahattin Demirtaş ra xebar da, heqaret lêkir û careke din jî komkujiya Roboskê û serfermandarê xwe yê qatil parast, got dewleta tirk hemwelatiyên xwe nakuje...

Dema qala komkujiya Roskiyê kir, got emê tazmînatê bidin ”xwediyên heq”!(hak sahiplerine tazminat odeyecegiz)

Camêr fena tucarekî gîsk û kaviran dipeyivî, te digot belkî malbatên şehîdan gîsk û kavir firotine wî û ew jî soza dayina deynê xwe dide, dibêje, ”emê heqê wan bidin”!

Ev çavsorî û boşboxaziya Erdogan ne bes e, hin malperên kurdî jî eynî gotinên wî yên mişt heqaret û bêmistewa dikin kurdî û bi kurdî jî dubare dikin, dibêjin Erdogan wiha, wiha  heqaret Demirtaş û Zanayê kiriye, ji wan ra nizanim çi û çi gotiye...

Yanî heqaretên mêrik bi tirkî li kurdan dike ne bes e, hin malper van heqaretan bêyî ku gotinekê li ser bikin, dikin kurdî û belav dikin.
Ev jî derdê ser derda ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE