10 januari 2012

Hêza li pişt guherîna Tirkiyê têkoşîna miletê kurd e

Hin kurdên hevkarên AKP-ê di telewîzyonên dewletê da ji bo ku hukûmeta AKP-ê pir demokrat û pir cesûr nîşan bidin, girtina çend generalan û ya serfemendarê berê Başbûg pir mezin dikin, bi ezmanan dixînin.

Bi zanetî vê propagandeyê dikin ji bo ku him karê xwe wenda nekin û him jî kîn û nefreta kurdan ya li hemberî AKP-ê û Erdogan kêm bikin.

Loma jî AKP-ê pir demokrat nîşan didin û hemû guherînên li Tirkiyê dikin para AKP-ê.

Hevkarên AKP-ê hemû pêşketinên li Tirkiyê, girtina generalan bi mêranî û serînetewandina Erdogan û AKP-ê ve girê didin.

Ev yek ji kok da şaş e û înakra têkoşîn û liberxwedana miletê kurd ya bi salan e.
Înkara xwîna kurdan ya di vê riyê da hatiye rijandin e.

Teslîmnebûna AKP-ê tenê ne girêdayî cesaret û mêraniya Erdogan û hevalên wî ye, gelek faktor û dînamîkên der û hundur yên din jî hene.

Ne ev faktorên der û hundur bûna Erdogan, Gul, Arinç û Çîçek nikanîbûn li dijî ”wesayeta” leşkeran derketana.

Heger liberxwedana hukûmetê û redkirina ”wesayetgeriya” leşkeran girêdayî cesaret û mêraniya Erdogan, Gul û Arinç bûya ewê 15-20 sal berê li dijî eynî ”wesayetgeriya” artêşê derketana.

Lê em dizanin derneketin û hetta pê ra hevkarî kirin.
Ji ber ku van kesan ne siysetmedarên nuh in, bi kêmanî ev 30 sal in di nava siyasetê da ne û dem dem bûne îktîdar jî.

Ji faktorên esasî yên ku cesaret da Erdogan, Gul û Arinç da ku serên xwe li hemberî her emrê leşkeran netewînin berî hertiştî liberxwedana kurdan û tevgera kurd ya netewî ye.

Liberxwedan û şerê kurdan yê 30 salî dewleta kemalîst di warê îdeolojîk, leskerî û siyasî da tarûmar kir û hilweşand.

Li hemberî sîstema kemalîst û ”dewleta kûr” vê israr û liberxwedana kurdan ya destanwarî û bêhempa bêguman cesaret da civata tirk û siyasetmedarên tirk jî.

Ne ev liberxwedan û têkoşîna kurdan ya bi salan bûya artêş wiha rezîl nedibû î ji îtîbar da nediket û rê li ber îktîdara AKP-ê û serokwezîriya Erdogan venedibû.

Faktorên din yên ku bûn sebebên liberxwedan û teslîmnebûna AKP-ê, hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, nemana şerê sar, çêbûna Yekîtiya Ewrûpayê û berendametiya Tirkiyeyê ye…

Berê, generalan çi bikira Emerîka li pişt wan bû, lê di şertên dinya nuh da li dij e.
Heger Emerîka û YE-ê piştgiriya leşkeran bikirana nuha Erdogan ne serokwezîr bû, weke siyasetmedarên kurd ew jî di zindanê da bû.

Yanî meriv dikane bibêje ku liberxwedana kurdan, şerê PKK-ê yê çekdarî, têkçûna Yekîtiya Sovyetê, nemana şerê sar, çêbûna Yektiya Ewrûpayê û aktuelbûna endametiya Tirkiyê leşker ji AKP-ê ra avêtin erdê û Erdogan jî bi rehetî ket ser dilê wan.

Bi gotineke din, Erdogan li ser sifreya hazir rûnişt.
Loma jî girtina Başbûg û generalan ji mêraniya Erdogan bêtir ji ber van guherîn û faktorên nuh yên ku li jor min qala wan kir.

Lê hevkarên AKP-ê bi yek gotinê jî qala van faktor û guherînan nakin.

Ji bo ku xwe têxin çavê patronên xwe yên nuh ne tenê van faktor û dînamîkên der û hundur înkar dikin, xebat û têkoşîna xwe û ya hevalên xwe jî înkar dikin, di hatina rewşa îrao da tu qîmetekê nadinê.

Nabêjin weleh di hatina nuxteya îro da rola têkoşîn û liberxwedana me û ya gelê me jî tesîreke pir mezin kiriye.

Eşqa hevaltiya AKP-ê, dîrok û xebata wan û ya gelê wan jî bi wan daye jibîrkirin, çavê wan tenê mêraniya Erdogan û liberxwedana AKP-ê dibîne.

Lê wan û gelê wan di van 30 salan da ji bo demokrasiyê, ji bo pêşketina Tirkiyê tu tiştek nekiriye, here were AKP û Erdoga e…

Ma Erdogan û hevalên wî qet tişetek nekirin?
Na, helbet kirin, helbet roleke wan jî heye. Lê rola wan ne ya esasî ye, ya esasî micadeleya miletê kurd e, xwîna bi hezaran şeehîdan e.

Tiştê ku Erdogan û hevalên wî kirin, şertên der û hundur baş fêm kirin û xwe zû întîbakî van şertan kirin.

Bi xêra liberxwedana kurdan û şertên der û hundur yên nuh Erdogan jî weke Erbekan , şewqeyê xwe negirt û bazneda.

Erdogan û hevalên xwe ji bo ku zora artêşê bibin di serî da xwe pir demokrat û azadîxwaz nîşan dan.

Loma jî kurdan, Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê piştgiriyeke mezin dan AKP-ê.

Û ji xwe bi xêra vê piştgiriya van hêzan hukûmeta AKP-ê ev 10 sal in li ser hukum e û leşker nikanin darbeyekê bikin.

Loma jî ne rast e ku meriv hemû pêşketinên li Tirkiyê û girtina generalan tenê bi cesaret û mêraniya AKP-ê ve girê bide.

Ji bo girtina Basbûg, hin hevkarên AKP-ê dibêjin, 15- 20 sal berê kî dikanîbû tiştekî wiha bifikiriya, bira girtina bi sedan general û serfermandar li wir bimîne, kesî nikanîbû başçawîşek jî derxista ber dadgehê.

Rast e, lê tu tiştekî statîk tuneye, hertişt diguhere û helbet Tirkiyye jî ewê biguhere.
Heta meriv dikane bibêje ku li gorî pêşketin û guherînên cîhanê, pêşketinên li Tirkiyê pir kêm û pir hindik in.

Cîhan diguhere û pêşda dice, ma qey Tirkiye ewê di ciyê xwe da bimîme, bêguman Tirkiye jî ewê biguhere û bi pêşda here.

Tu kes nikane rê li ber vê guherîn û pêşketinê bigre.
Bîst sal berê sîstema Svyetê hebû, lê îro tuneye û bi dehan dewletên serbixwe jê çêbûn.

Sedsal berê yek milyon û nîv swêdî ji birçîna koçî Emerîkayê kirin, lê îro Swêd yek ji welatên cîhanê yê herî pêşketî û dewlemend e.

Çel sal berê Franco li Îspanyayê li ser hukum bû lê Îspanya îro welatekî demokratîk û endamê yekîtiya Ewrûpayê ye.

Portekîz û Yûnanîstan her wisa.
Yanî helbet ewê li Tirkiyê jî piçek pêşketin û guhertin çêbe.
Dibê meriv vê pêşketin û guherînê him zêde mezin neke û him jî neke qeheremaniya Erdogan.

Dibê meriv keda xwe, têkoşîn û liberxwedagelê xwe û tesîra şertên der û hundur yên din jî înkar ne, wan jî bibêje.

Gava meriv van tiştan hemûyan nebêje û hertiştî bi têkoşîna AKP-ê ve girê bide neheqî û bêûjdqanî ye.

Ya din hîn yek zabit û general ji cînayetên li hemberî kurdan hatine kirin nehatine girtin, kes ji van cînayetan dadgeh nabin. Başbûg ji sûcê li dijî hukûmeta AKP-ê hatiye girtin, ne ji qetlîamên kurdan.

Yanî tiştê dibe micadeleya heq, huqûq û demokrasiyê bêtir, şerê îktîdarê ye. Hukûmet dixwaze îktîdara xwe saxlem bike.

Erdogan hîn du sal berê bû bi eynî Başbûgî ra li Qesra Dolmabahçeyê peymanên bi dizî îmze dikir. Hînjî kes nizane di wê civînê da çi peyivîn û li ser çi li hev kirin?

Li gorî 4-5 sal berê helbet girtina Basbûg îro rehettir e, ji ber ku şertên der û hundur rê didin vê yekê.

Lê ya girîng bi van girtinan demokrasî nehetiye Tirkiyê.
Û tiştê ku leşkeran do dianî serê kurdan, nuha jî eynî zulmê û zorbatiyê hukûmeta AKP-ê li kurdan dike.

Berê dîktatoriya leşkeran hebû, nuha ya AKP-ê heye. Ferq ev e...

7/1-2012

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE