22 januari 2012

Hukûmet naxwaze hemû cinayet eşkere bibin

Di kolanên merkeza JÎTEM-ê ya li Amedê da 4 kuloxên(qoqên, qafên) seriyê mirovan yên din jî hatin dîtin. Bi dîtina van hestiyan ra hejmara hestiyên mirovan gehişt 19-an.

Li Diyarbekrê dîtina 19 kuloxan ji deve hîn ne guh e, ji ber ku 17 hezar kurd ji alî qatilên vê dewletê ve hatine kuştin.
Çend kes nikanin 17 hezar însan bikujin, dibê bi hezaran kesî di van cînayetan da wezîfe girtibe, tetik kişandibe û emir dabe.

Hukûmeta AKP-ê viya baş dizane, serokwezîr, wezîrê edaletê û wezîrê hundur viya baş dizanin.
Û ji xwe ji ber ku birêvebirên hukûmetê viya baş dizanin loma hemû cînayetan eşkere nakin, qatilan nagrin û dernaxin ber dadgehan.

Nakin, ji ber ku qatil pir in, bi hezaran in, heger bi rastî jî hemû cînayetan eşkere bikin û hemû qatilan bigrin, dewleta wan ewê ji kok da biheje, ewê bi hezaran, siyasetmedar, zabit, general, pûlis, burokrat û giregirên dewletê sûcdar û qatil derkevin.

A ji ber vê yekêye ku hukûmet naxwaze here ser cînayeta Hrant Dînk û 17 hezar cînayetên li hemberî kurdan hatine kirin.

Naxwazin hemû cînayet derkevin û hemû qatil werin girtin, ji ber ku êdî ew bi xwe bûna mesûlê dewleta kûr.

Heger ne wisa bûya nuha ji zûda bi sedan sûcdar û qatilên 17 hezar kurd girtibûn.
Nuha ji zû da qetlîama gundê Roboskê eşkere kiribûn û kesên sûcdar girtibûn.

Nuha ji zû da rêxistin û kesên li pişt cînayeta Hrant Dînk eşkere kiribûn û kesên bepirsiyar girtibûn
Nakin û naxwzin bikin ji ber ku serî ewê here bigihîje merivên wan, îktîdar û rejîma wan…


XXX
Tirk, çavsoriyê ne li kurdan tenê, li hemû cîhanê dikin, kes newêre li hemberî zulm, zorabtî û qetlîamên wan dengê xwe bike.

Mêrikan him sûcdar û him zorba ne, milyonek û nîv êrmenî kuştine lê qebûl nakin ku dewletek bibêje ev qetlîam hatiye kirin.

Ji bo ku bala Senatoya Fransayê bikşînin û tesîrê li civîna Sebatoyê ya sibe bikin, do bi organîzeya hukûmetê ji hemû waltên Ewrûpayê 40 hezar nsan li Fransayê top kirin û fransa û Sarkozy eşkere tehdît kirin.

Bi îhtîmaleke mezin Senatoya Fransayê ji tirsa tirkan sibe ewê pêşniyara meclîsê red bike û daxwaza tirkan bîne cî.

Wezîrê Tirkiyê yê karê derve Ahmet Davutoglu, do dîsa hukûmeta Kurdistanê ya Federal tehdît kir û got, ”heger Hukûmeta Herêma Kurdistanê û aliyê Îraqê ji bo tasfiyekirina PKK-ê tedbîrên pêwîst negrin, Tirkiye ewê tiştên pêwîs bike.”

 Yanî heger hukûmeta Îraqê ya merkezî û Kurdistana Federe weke Tirkiye dixwaze li hemberî PKK-ê gavan navên, Tirkiye ewê dest bi operasyoneke leşkerî bike.

Îran ne têda, ji Îranê pir hesaban dikin, tirk xwe li her kesî radikşînin, her kesî tehdît dikin û ji vê tehdîta xwe jî tim karê dibînin.

Mesela di  mesela Roj TV-ê da Danîmarka û Fransa bi bertîl û tehdîdan teslîm girtin û dawiya dawî Roj TV-ê bi wan dan girtin.

Kurd dibêjin stûrî ji gayê sor ra namîne, ev stûriya tirkan jî ewê ji wan ra nemîne, kurdê ji wan ra nehêle…

XXX


Nivîskarê emerîkî yê bi nav û deng Paul Benjamin Auster, kitêba wî ya dawî, ”Rojaneyên Zivistanê” li Tirkiyê ji alî weşanxaneya Canê ve hat weşandin.
Paul Auster, ji bo ku beşdarî minaqeşeyên li ser romna xwe bibe dawetî Tirkiyê hate kirin. Lê wî ev daweta weşanxaneyê red kiriye.
Paul Auster, sebebê vê redkirina xwe jî bi nedemokratîkbûna Tirkiyê ve girê daye û gotiye:
”Ez naçim welatên ku qanûnên wan ne demokratîk bin. Ji ber rojnamevanên girtî ez çûna Tirkiyê red dikim.
Li gorî rojnameya Huerriyetê dinivîse, Paul Auster wiha gotiye:
”Ji ber ku nivîskar û rojnamevan girtî ne ez çûna Tirkiyê red dikim. Bûn çend kes? Ma ji sedî bihurîn? Em demokrat ji Bush xelas bûn. Em ji Cheniyê ku dibê weke sûcdarekî herbê were dadgehkirin xelas bûn. Li Tirkiyê çi dibe? Welatê ku herî zêde ez jê bi guman im. Ez naçim welatên ne demokratîk, heger ez vexwendinê bigrim jî. Ji ber heman sebeban ez vexwendinên ji Çînê tên jî qebûl nakim. Ez van hukûmetan protesto dikim."
Camêr xwedî moralekî temam e, zalim û dîktatoran protessto dike. Dibê dîktaor bizanibin ku li derve xelk bi çi çavî li wan dinêre. Ev şêl gelkî girîng e.


Heta ji medya tirk tê bira şelefiya Erdogan û AKP-ê bikin, bira jê ra li çepika xin, lê dibê bibînin ku cîhan dibîne li Tirkiyê ne demokrasî, dîktatorî heye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE