01 januari 2012

Şîna me şahiya wan e

Li ba me kurdan adetek heye, gava cîranê meriv, nas û dostekî meriv heznî be, di şînê da be meriv daweta xwe îptal dike, ji ber hurmet û giramiya însanî û dostaniyê meriv şabûna xwe nîşan nade, dihêle rojeke din.

Ez baş nizanim lê dibe ku adeteke wiha li tirkan jî hebe.

Du rojan berî serê salê balafirên dewleta tirk yên şer ji gundekî(Roboskî) qeza Qilabana Şirnexê 35 xortên kurd qetil kirin. Ji ber vê qetlîama hovana hemû kurd xemgîn bûn û dev ji pîrozbahiyên sersalê berdan. Tu kanaleke kurdan şahiya sersalê çênekir.

 Lê li gorî rojnamevan Yildiray Ugur, tirkan guh nedana xemgînî û heznîtiya kurdan, şîna li seranserê Kurdistanê û weke hersal sersala xwe bi def û tumbelek, bi kêf û şahî pîroz kirine.
Yildiray Ugur dibêje:

"Di sala 2004-a da ji ber felaketa Endonezyayê, di sala 2007-a da ji ber bûyera Daglicayê, di sala 2008-a da ji ber êrîşa Îsraîlê ya ser Xezzayê li Tirkiyê pîrozbahiyên sersalê yên li qadên vekirî(heta li hin derên girtî jî) hatin îptal kirin. Lê mirina 35 zarokên kurd yên Qilabanî nikanîbû pîrozbahiyên îsal rawestanda. Gava nîvê welatekî di şînê da be dibê nîvê din şahiyê neke…” Lê tirkan kir.

Guhnedan hestên kurdan ji ber ku ne dewlet û hukûmet tenê, civata tirk jî miletê kurd weke neyarê xwe dibîne û loma jî bi qetilkirina wan dilşa û kêfxweş dibin, dawetê dikin.

Piştî kuştina her gerîlayekî kurd di çapemenî û medya sosyal da bi hezaran însan kêfxweşiya xwe tînin zimên û qatilan pîroz dikin.

Piraniya tirkan li hemberî kurdan hemû hestên xwe yên însanî wenda kirine, loma jî êş, azar û xemgîniya kurdan tu carî tesîrê li wan nake û nabin hevparên xemgîniya kurdan.
Êş û xemgîniya kurdan tim wan dilşa û bextewar dike…

XXX
Roj baş gelî dost û hevalan!
Li qusûra min nenêrin, di roja pêşî ya vê sala nuh da ezê ne bi nivîske dilxweşkir, bi çend gotinên xembar û dilsotker ji we ra bibêjim merheba û sala we ya nû pûroz be!

Parlamentera BDP-ê ya Êlihê(Batmanê) Ayla Akat, nameyeke pir xweş ji Hasan Cemal ra nivîsiye. Xwezî name bi kurdî bûya.

Cemal, nameya Akatê di quncikê xwe da weşandiye.
Akat di nameya xwe da dibêje, tenê sûcekî van zarokan hebû, ji ber ku ew kurd bûn û li Kurdistanê hatibûn dinê hatin kuştin.

Rast e, ji xwe ev 90 sa in hertim sebebê qetla me kurdbûna me ye; ji ber ku em kurd in, li Kurdistanê hatinê cîhanê û dixwazin weke kurd bijîn loma zulmê li me dikin, loma me digrin, loma me sirgûn dikin, loma me davêjin zindanan û dikujin…
Erdogan jî weke hemû serokwezîrên berî xwe, dibêje çima hûn kurd hatine cîhanê?
Ev sûcekî mezin !
Lê emê bibêjin em kurd in û dixwazin weke kurd bijîn, heta ku kurdbûn serbest dibe…

3 kommentarer:

  1. Mamo mashale tu ne nexbesh i, ev heftiyek e tu nivisan nanivisi, chima?

    SvaraRadera
  2. Ev hefeyeke kompîtera min tuneye loma. Ez bi ya ciyê kar dikanim tenê di facebookê da binivîsim.
    Di facebookê da her roj nivîsên min hene.
    Hefteya pêsh me ewê kompîtera min were...

    SvaraRadera
  3. Welleh mamao ez wek te di teknike de ne peshketi me loma ji facebooka min nine.

    SvaraRadera

PARVE BIKE