12 januari 2012

Sipasiyeke ji dil

Min dizanîbû ku dost, heval û xêrxwazên Zinarê Xamo pir in, lê hûn rastiyê bixwazin min nizanîbû ku hewqasî zêde ne, ez îro fêr bûm.

Bi minasebeta kalbûna saleke din, min îro ji nas, dost û havalan bi sedan mesajên pîrozkirina rojbûnê girtin.

Ez sipasî hemû nas, dost û hevalên ku mesaj şandine dikim.
Min îro careke din dît ku kurd mirovên gelkî qedirşînas in, keda kesî bi avê da bernadin, nakin keda bersîs.

Ji bo vê eleqe û qedirşînasiya mezin ku ez gelkî bextewar û dilşa kirim, ez ji dil û can sipasî hemû dost, nas û havalan dikim.

Min gelkî dixwest ku yeko yeko bersîvê bidim meylên hemû nas, dost û hevalan, lê ji ber piraniya pîrozbahiyan(bi sedan in) ev yek ne mimkûn e, loma jî bi van çend rêzan ez careke din sipasî hemû dos û hevalên ku mesaj şandine dikim û ji hemûyan ra dibêjim hûn her hebin û mala we ava be…


XXX
Hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdan terora girtinê îro jî domand, îro jî bi dehan siyasetmedar û xwendevanên kurd girtin û şandin kampên topkirinê.

Wisa xuyaye ku hukûmet dixwaze di hilbijartinên pêş me da meydana siyasetê ji kurdan paqij bike, hemû kurdên siyasî bavêje zindanê, ji bo ku li Kurdistanê AKP tenê bimîne.

Kurdan MHP û CHP ji Kurdistanê paqij kirin, nuha jî dora AKP-ê ye. Piştî qewitandina AKP-ê ji Kurdistanê kurdên bigihîjin azadiya xwe....

Ji bo ku kurd bigihîjin azadiya xwe dibê AKP li Kurdistanê nemîne, bibe partiya pûlis û leşkeran...


XXX
Serokên Parlamentoyên Îranê û Îraqê Alî Larîcanî û Usame Nûceyfi, li ser vexwendina Serokê Parlamentoya Tirkiyê Cemil Çiçek, îro çûn Tirkiyê.

Serokê Parlamentoya Îranê Alî Larîcanî, hevdîtineke bi wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ra pêk anî.

Li gorî Ajansa Anadoluyê (AA) dinivîsîne, Larîcanî ewê bi Serokomar Gul û Serokwezîr Erdogan ra jî hevdîtinan pêk bîne.

Gelo Tirkiye dîsa li... pey kîjan fêsdiyê ye, dixwaze dîsa çi bike?
Ji ber ku Cemil Çiçek belasebeb û li ciyê rehetiyê ban Alî Larîcanî û Usame Nûceyfi nake, miheqeq li dijî kurdan ewê ji tiştekî bixwaze.

Tirkiye tu carî ji bo xêrê ban Îranê û Îraqê nake, gava wan dawet dike miheqeq ji bo fêsadî û xerabiyê ye.

Di meclîsa Îrnê û Îraqê da hin parlamenterên kurd qetlîama Roboskê protesto kiribûn. Dibe ku ji meselan yek jî ev be.


XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, parlementera Diyarbekrê Leyla Zana ” hedef nîşan da û dozgeran jî tavilê fermana wî bicî anîn, ji bo vekirina dozê dest bi lêkolînê kirin.

Erdogan, ji bo vekirina dozê bang li dozgeran kir û got, “Ez xeberê didim dadgehê, bang lê dikim.”

Piştî van gotinên Erdogan, Serdozgeriya Komarê yê Enqereyê derbarê Zanayê da dest bi lêpirsînê kir.
Ger gotinên Zanayê ...(sîleh garantiya kurda ye) weke sûcê “terorê” were hesibandin, dozgerî ewê fezlekeyekê bişîne Melcîsê û ji Meclîsê rakirina mahzûniyeta(imuniteta/dokonulmazliga) Leyla Zanayê daxwaz bike.

Kîjan kurd dengê xwe dike û fikrê xwe dibêje, Erdogan tavilê nîşanî pûlisan û dadgehê dide, dibêje zû bigrin.

 Bi vî hawayî here Erdoganê axaftinê jî li kurdan qedexe bike. Ji xwe bi qanûna li dijî ”terorê” ev qedexe berê jî heye, lê Erdogan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE