31 januari 2012

Erdogan jî weke Çaîllerê lîsteya karsazên kurd hazir kiriye.

Li gorî ku malpera ANF-ê dinivîse, di 26-ê mehê da li Stenbolê di bi navê ”qutkirina çavkaniyên fînasmana PKK-ê” da civinek bi dizî ji alî serokatiya Dahîreya li Dijî Terorê ya Emniyetê ve hatiye çaêkirin.

Bêyî emniyetë, sawcî hakim jî tevî civînê bûne. Ev jî nîşan dide ku hukûmet weke dema Çîllerê bi rastî jî dike li hemberî kurdên halxweş dest bi "terorê" û kuştinê bike.

Ji ber ku gava însan guh nedin "gef" û tehdîdan, wê demê dimîne zor, weke Çîlllerê kir, dibê kuştin têkeve dewrê.

Ev 30 sal in dewlet bi îdîaya şerê li dijî ”terorê” li hemberî kurdan şerekî mezin dimeşîne, ji bo şikandina serîhildana kurdan her riyê, her metodê bikar tîne lê kurd teslîm nabin.

Ji ber ku ev tevger ne ”teror” meror e, serîhildana miletekî ye, meseleyek, dîrokî, kulturî , sosyal e û netewî ye.

Ji ber ku mesele siyasiye, loma jî dibê ne bi terorê, bi gef û kuştinê, bi riyên siyasî were herlkirin.
Bi van gav û tedbîrên hukûmet dixe dewrê, derdikeve ortê ku hukûmeta AKP-ê naxwaze mesele kurd qebûl bike û wê, bi riyeke aştiyane û demokratîk çareser bike.

AKP dixwaze mesela kurd bi hin bertîlan, bi xapandinê û bi tedbîrên qanûnî, aborî û leşkerî hel bike, bifetisîne.
Ev rê şaş e û şaşiya wê jî hete nuha çend caran hatiye îspatkirin.

Çîllerê jî di salên 1990-î da lîsteyeke karsazên kurd derxist û bi sedan kurd da kuştin.
Lê mesela kurd dîsa neqediya.

Hestiyên wan kurdan wa ye li Diyarbekrê ji qerergeha JITEM-ê derdixin.
Piştî 20 salan ji bal Erdogan ve jî weke Cîllerê derxistina lîsteya karsazên kurd şaşiyeke pir mezin û riyeke pir xeter e.

Çîllerê jî wiha destpêkiribû, merheleya pêşî lîsteye, dû ra ewê gef û tehdît werin û dû ra jî bêguman ewê kuştin dest pê bikin.

Madem lîste hatiye derxistin ev îş ewê here bigihîje wir.
Hîn ku ne dereng e dibê hukûmet ji ser vê riya şaş vegere û riyeke aştiyane û siyasî bide ber xwe.
Dibê Erdogan jî bizanibe ku bi kuştinê ne kurd diqedin û ne jî mesele çareser dibe…


XXX
Li cîhanê hin merivên biaqil li ser serboriyên xwe û însanên din serên xwe gelkî êşan dine û fikrên xwe yên li ser vê mijarê gotine.
Li jêr, li ser tecrûbeyê min çend gotinên biaqil û xweş hilbijart. Ez hêvî dikim ku di van rojên ku hewecedariya kurdan bi dîrok, çîrok û serboriyên bav û kalên wan heye, van gotinan bixwînin û jê sûdekê bigrin.

-Hûn her tiştî wenda bikin jî tecrûbeyên we ji we r...a dimîne/Mcaulay
-Tecrûbeyên însa qezenc dikin, dişibin kincên bi pîvan hatibin çêkirn, kê qezenc kiribe tenê ji wî ra  dibe./Carlo Levî
-Tecrûbe berçavkeke, bi saya wan cara duyem em baştir dibînin./Îbsen
-Tecrûbe ne serboriyên meriv in, şopên serboriyan li pey xwe hîştiye./A. Huxley
-Tecrûbe mamosteyekî pir zalim e. Berê meriv îmtîhan dike, dû ra dersa xwe fêr dike. /Spuitems
-Tecrûbe mamosteyên herî baş in. Tenê mesrefên dibistanê hinekî zêdeye. Carlyle
-Tecrûbe navê ku her kes dide xetayên xwe ye./Oscar Wilde
 -Di dibistana tecrûbeyê da mesrefên perwerdeyê zêdye; lê belê dibistaneke din ya ku tiştina fêrî qêmaqilan dike tuneye. /J. Swift

30 januari 2012

Demokrasiya AKP-ê di warê zîndankirinê da baş bi pêş ketiye

Di sala 2002-an da gava AKP hat ser hukum hejmara girtiyan 59 hezar 428 kes bûye. Lê di van neh salên îktîdara hukûmeta AKP-ê da hejmara girtiyan ji sedî 114 zêde bûye, gihiştiye 127 hezar 831 kesan...

Di nava van girtiyan da 2 hezar 221 zarokên salên wan di nabêna 12-17 salî da ne.
Di xeberê da nayê gotin çiqasê girtiyan kurd û siyasî ne û çiqas jî tirk in. Lê ez wisa bawer dikim dikim ku ji sedî 90 girtiyan kurd in.

Ji ber ku dewletê xwe daye benda kurdan, pûlis, leşker û cendirme, MIT wer li pey kurdan in û dadgeh jî weke dadgehên nazîzmê hema kurdan dxixin hundur û ceza dikin.

Yanî di demokrasiya AKP-ê da hejmara girtiyan kêm nebûye, belovacî wê ji sedî 114 zêde bûye.
Di dema cûnta Kenan Evren da jî hewqas girtî tunebûn.



XXX
Yaho di nava kurdan da neyarên PKK-ê çuqasî pir in. Meriv matmayî dimîne. Dema fersendê dibînin weke gurên har êrîşê dibin ser.

Di internetê da ez bala xwe didimê gava yek li ser PKK-ê derewekê, îdîayekê(belkî jî neyar be) davêje ortê, gelek kes bêyî ku bizanibe rast e ya derew e, weke qertelên ku xwe bavêjin ji ser beratê da, xwe davêjin ser xeberê û weke kesên wezîfedar û dilxwaz xeberê ji destên hev direvînin, belav dikin.

Tu dibêjî belkî bi pîskirin û reşkirina PKK-ê ewê kurk li wan bibe ya jî ewê Kurdistanê rizgar bikin…
Ji bo reşkirina PKK-ê dewleta tirk bi hezaran kadir û eleman girtine û salê bi milyaran pere dirjîne. Ji bo ku di medyayê da li hemberî PKK û BDP-ê şerê psîkolojîk bimeşînin.

 Lê hin kurdên me belaş û bi daxwaza xwe vî karî dikin…Bêyî ku bizanibin bi yekê ew zirarê didin gelê xwe.

Dema meriv hewqas kesên xêrnexwazê qewmê xwe dibîne meriv fêm dike ku ji bo çi heta nuha kurdan nikanîbûye zora dewleta tirk bibin.

Ji ber ku kurd ji neyar bêtir şerê hev dikin, hevûdu reş dikin û loma jî nikanin zora dijmin bibin.
Bi dîtina min ji dewleta tirk bêtir vê korfahmiya, xêrnexwaziya, dilreşiya û neyartiya di nabê kurdan da nehîştiye kurd zora dewletê bibin û bigihîjin azadiya xwe.

Kes xêra kesî naxwaze, kî şaşiyekê bike tavilê malikê lê dişewitînin, wî dixin birnê erdê.
Ma nuha jî heger kurdan dev ji alîkariya dewletê û hukûmeta AKP-ê berda, rayên xwe nedina AKP-ê, nebûna siyasetmedar, qorîcî, aqilmend, rêber, reîs û parlamenterên wan, dewleta tirk li Kurdistane têk têk diçû û kurdê biserketana.

Lê nakin, ji ber ku gelek kurd hîn jî weke kew, neyarê qewmê xwe ne…
Heger meriv bi rastî kurd be û xêra kurdan bixwaze dibê meriv tu carî neyartiya tu hêzeke kurd neke û nexwaze bişkê û dewlet zora wê bibe.

Ez ji bo hemû hêzên kurd wiha difikirim. Serok û siyaseta wan çuqasî ne li gora dilê min be jî ez tu carî naxwazim wan ji neyar ra bavêjim erdê…

Helbet dema hewce be dibê meriv her partiyê , her siyasetmedarî û serokî rexne bike, dîtin û fikrê xwe bibêje.

Lê ne ku bi çavê neyra lê binêre, gav û saetê weke propagandîstekî dewletê di eleyhê wî û wan da bipeyive.

Ez bi xwe vê dîtinê çewt û bi zirar dibînim.
Dibê em dev ji vê dîtina şaş berdin û bêtir netewî bifikirin, bêtir xêra hev bixwzin.


XXX
-Ji nifirên mezlûman bitirse,
wekîlê wan Heq e.
Yê ku heqiyê heq nizanibe
her ceza jê ra misteheq e… !


XXX
-Ez pir xebetîm ji bo ku bişkiftinên însan bidirûm. Lê biser neketim. Min fêm kir ku gava bişkiftin di şexsiyetê da be kêl nagire…

Dewsa Dr. Şivan zû bi zû nayê dagirtin

Min nuha di malpera Kurdînfo da xwend, hin hevalên me yên kevn(Mehmet Alî Ateş), par li Almanya li bajarê Kolnê 40 saliya şehadeta Dr. Şivan(Saît Kirmizitoprak)bibîr anîne.

Min heta nuha nebihîstibû, min nuh bihîst. Gelkî kêfxweş bûm.
Wek tê zanîn bûyera herdu Saîdan(Saîd Kirmizitoprak û Saît Elçî)di dîroka kurdan ya nêz da trajediyeke pir mezin e.

Herdu Saîd û du hevalên Dr. Şivan(Çeko û Brûsk)di sala 1971-ê da li başûrê Kurdistanê, di nava şoereşê da bi rengekî trajedîk hatin kuştin.

Ev cara pêşî ye, 40 sal piştî şehadeta Dr. Şivan, hin hevalên wî yên têkoşînê, dost, nas û hemşeriyên wî bi civîneke wiha vî serokê miletê kurd yê mezin bibîr tînin.
Bi vê bîranînê tiştekî pir baş û di cîda kirine, ez wan pîroz dikim.

Dr. Şivan, mirovekî zana, dûrbîn, cesûr, kurdperwerekî canfîda û şoreşgerekî bêhempa bû.
Heta nuha li bakurê Kurdistanê serokekî di çap, kapasîte û meznayiya wî da derneketiye.
Dr. Şivan merivekî pir û pir mezin û hêja bû.

Di dawiya salên 1960-î û destpêka 1970-î da li bakurê Kurdistanê li hemberî dewleta Tirk dana biryara şerê çekdarî ne karê her mêrî bû. Wê demê kesî newêrîbû bigota kurd.

Di sala1970-î da di civînên partiyê da axaftina bi kurdî na karê her kesî bû. Ji bo girtina biryareke wiha zanîn û kurdperweriyeke pir kûr lazim bû.

Di sala 1970-î da berdana tuxtoriyê û derketina serê çiyê na karê heso û husoyan e, ji bo girtina biryareke wiha, dil û baweriyeke bi qasî Çiyayê Agiriyê mezin û bilind lazim e.

Loma jî Dr. Şivan merivekî pir mezin bû, zû ji kîsê kurdan çû. Meriv ji bo Dr. Şivan çi bibêje, çuqasî pesnê wî bide hindik e.

Ji bo ku Dr. Şivan bi her aliyê xwe were naskirin dibê dîroknas li ser jiyan, xebat û fikrên wî lêkolînan bikin, wî bi gelê wî bidin nasîn.

Bi şehdadeta Dr. Şivan, miletê kurd lîder û serokekî pir mezin ku heta nuha dewsa wî tije nebûye wenda kir.

Û dewsa wî zû bi zû jî ewê tije nebe.
Ji nava milatan merivên wiha mezin her roj der nayên, ancax ji 100, 200 salî carê kesên wiha mezin dertên.

Ez wisa bawer dikim ku heger Dr. Şivan bi wî rengê trajîk wiha zû jiyana xwe wenda nekira Kurdistan nuha çê bûbû û kurd jî gihîştibûn azadiya xwe.

Heger Dr. Şivan şehîd neketa ne Abdulah Ocalan derdiket û ne jî PKK çêdibû. Ji ber ku ewê valahî nema, şerê çekdarî ewê ji zûda dest pêkiribûya.

Gelê kurd ewê xwedî serokekî mezin û bêqusûr bûya.
Ez bi vê minasebetê herdu şehîdên kurd û Kurdistanê Dr. Şivan û Saît Elçî û hevalên bi wan ra şehîd ketin(Çeko û Burûsk)bi giramî bibîr tînim. Bira gorra wan buhûşt be…

29 januari 2012

Gelî kurdan werin em dilê neyar bi xwe şa nekin !

Ev demeke di nabêna Kemal Burkay û PKK-ê da minaqeşeyeke pir nexweş ya li dijî berjewwendiyên miletê kurd dom dike.

Di vê dema ku hewcedariya kurdan ji herdemê bêtir bi dostî û hevkariyê heye, meşandina minaqeşeyeke wiha bêmane zirareke pir mezin dide tevgera kurd ya netewî û kêfa neyarê me tîne. Dijmin hewil dide ku vê minaqeşeyê gurtir û kûrtir bike.

Di berdewamiya vê minaqeşeyê da bêyî zirara kurdan tu tiştekî din tuneye. Her kurdê welatparêz dibê li dijî vî şerê malkambax û malwêran derkeve.

Ev minaqeşe weke dema Şerê Cîhanê yê Yekem tifaqa kuran xera dike, kurdan ji ber hev da dixîne û destê dewleta tirk xurt dike.

Him siyasetmedarekî weke Burkay xwedî tecrûbe û him jî PKK dibê vê nêta hukûmeta AKP-ê ya xerab û qelskirina kurdan bibînin û dev ji vê minaqeşeya malkambax berdin.

Medya tirk bi zanetî û bi hostiyeke mezin gotin û beyanên li dijî PKK-ê ji devê Burkay girtin û ev ”şer” dan destpêkirin.

Medya tirk çiqasî li dijî Ocalan û PKK-ê ye, hewqasî li dijî Burkay û fikrên wî ye jî.
Şelafiya hukûmet ji Burkay ra dike ji ber xayintiyeê ye, dixwaze di şerê psîkolojîk yê li hemberî PKK-ê da hin kurdan jî îstîsmar bike.

Ji bo ku kurdan bera hev bidin hin rojnamevanên prowaktor dixwazin her roj beyanekê ji vir û yekê ji wir, vê meselê bidin minaqeşekirin.

Heger kurd zane û jîr bûna dibê nehatana lîstika vê medya xayin û prowakator.
Ez dixwazim di vî warî da Mesûd Barzanî û Kemal Burkay miqayese bikim.

Wek têzanîn di nabêna PKK-ê û PDK-ê da jî di sala 1992-an şer dest pê kir û çend salan ajot. Di vî şerê birakujiyê da ji herdu aliyan jî ne yek û dudu û sisê, bi sedan kurd hatin kuştin.

Demakê PKK-ê ”Cumhûriyeta Zapê” ava kir û xwest PDK-ê û heta YNK-ê jî tasfiye bike û li başûr hukûmeta xwe deyne.

Di vî şerê birakujiyê da him hevûdu pir êşandin û him jî tiştên pir giran ji hev ra gotin.
Ji xwe berî wê jî Ocalan û PKK di warê îdeolojîk da pir li dijî PDK-ê bû. Ocalan û serokên PKK-ê gelek tiştên giran ji malbata Barzanî û ji Mesûd Barzanî bi xwe ra gotine.

Û hîn jî hin çepên tirk û elewiyên kemalîst carnan êrîşên pir ne xweş dibin ser PDK-ê û Mesûd Barzanî û wî bi hevalbendiya ”emperyalîzmê” û nizim çi û çi sûcdar dikin.

Ev jî ne bes e, hebûna PKK-ê li Qendîlê û li başûr jî ji hukûmeta Kurdistanê ra gelşê peyda dike.
Lê li gel vê jî Mesûd Barzanî, Talabanî û kurdên başûr tu carî êrîşê nabin ser Ocalan û PKK-ê, nabêjin Ocalan merivê dewletê ye û PKK-e jî partiyeke dewleta tirk e.

Heta ji wan tê Ocalan û PKK-ê li hemberî Emerîka, hukûmeta merkezî a Bexdayê û Tirkiyê diparêzin û tim û tim ji tirkan ra dibêjin dev ji şer berdin, bi PKK-ê rûnin û vê meselê bi riyeke aştî hel bikin.
Ez bawer dikim ku Mesûd Barzanî jî bi qasî Burkay kêfa wî ji Ocalan ra nayê.

Lê ji ber ku ew ji Ocalan hez nake PKK-ê û tevgera miletê kurd nake qurbana vî hestê xwe.
Ji ber ku Ocalan û PKK-ê berê hin hevalên wî kuştine, gotinên giran ji wî û malbata wî ra kirine dijminatiya xwe nadomîne.

Çimkî Mesûd Barzanî û Talabanî ji hestên xwe, ji dijayetiyên xwe yên şexsî û parîtiyê bêtir li berjewendiyên miletê kurd difikirin, loma jî li PKK-ê xwedî derdikvin, êrîşê nabin ser, loma jî tu carî heqaretê, gotineke nexweş ji Ocalan û PKK-ê ra nakin.

Kurdên başûr dibêjin hêza PKK-ê ji bo miletê kurd fersenedeke pir mezin e, dibê ev potansiyel û hêz heba û belav nebe, dibê kurd miheqeq bi vê hêzê mafekî netewî bidest xin.

Loma jî ne Mesûd Barzanî, ne Talabanî û ne jî serok û mesûlekî PDK-ê û YNK-ê tu carî êrîşê nabin ser Ocalan û PKK-ê.
Çimkî kurdên başûr ji tecrûbeyên xwe dizanin ku berberî, neyartî û şerê nabêna kurdan malwêranîye, loma jî Mesûd Barzanî û Celal Talabanî son xwarin ku careke din şerê hev nekin. Heger ne siyaseta dostanî û tifaqê bûya îro li başûr kurd nedibûn xwediyê vê desthilata nuha.
Yanî di tifaqê da tim kara kurdan heye.
Kurdên başûr wiha difikirin ne ku ji Ocalan û PKK-ê zêde hez dikin, na, ji ber ku ew milî difikirin loma, ji ber ku ew menfeeta gel esas digrin loma dijminatiya Ocalan û PKK-ê nakin.
Çimkî serokên başûr dizanin di dijminatiya PKK-ê da tu kara miletê kurd tuneye, tenê zirar tê heye û loma jî dixwazin ev hêz qels nebe û dijmin zora wê nebe.

Dibê her siyasetmedar û serokê kurd wiah bifikire û siayseteke li gorî vê perspektîfê bimeşîne.
Lê birêz Burkay û Guçlu ji bo ku PKK belav bibe, çi ji destê wan tê dikin, diçin li meclîsê li Ocalan û li PKK-ê gilî dikin.

Ji ber ku ne ew xwediyê dîtin û siyaseteke netewîne loma wiha dikin. Heger ew jî weke Mesûd Barzanî û Talabanî bifikiriyana wan ê hewqasî neyartiya Ocalan û PKK-ê nekirana.

Esas ne ew birêz Burka û Guçlu tenê, piraniya kurdên bakur yên ne bi PKK-ê ra wiha difikirin. Ji ber ku di siaysetê xeşîm in, ji ber ku kîn û îhtîrasên xwe yên şexsî ji berjewendiyên miletê kurd girîngtir dibînin loma…

Hema em ferz bikin ku ”Ocalan berê merivê dewletê bû û PKK jî dewletê ava kir”.
Lê nuha ne wiha ye, nuha PKK tevgereke netewî ye, ji bo bidestxistana mafên kurdan hêz û îmkaneke pir mezin e.

Ma ne weke kurd dibê meriv li vê hêzê xwedî derkeve, li hemberî dewletê biparêze.
Çimkî PKK ne hêzeke xerîb e, ew jî kurd in, ew jî zarokên me, bira, pisma û merivên me ne.
Ji bo çi emê bixwazin neyar van birayên me bigrin, bikujin û têxin hevsan?
Ma PKK belav bibe ewê kara kurdan çi be?

PKK belav bibe ne mimkûn e ku careke din kurd bikanibin hêzeke din wiha xurt bînin meydanê.
Ji ber ku dijmin bi viya dizane loma jî hemû hêz û îmkanên xwe xistine ortê ji bo ku PKK-ê tasfiye bikin.

Bi dîtina min ancax PKK ji heq vê dewleta zalim û ceberût derkve, bêyî PKK-ê kes nikane bi vê dewletê.

Heger kurd îro bi vê hêza mezin mafekî ji dewleta tirk nestînin, sibe, dema ev hêz nema nikanin zirnîqekî jî jê bigrin.

Îbrahîm Guçlu êdî ji adetê derxistiye, wisa xuyaye ku ne merivekî biaqilê e, lê rîsipeyekî weke Burkay dibê bi çavê ewladê xwe li vê tevgerê binêre, lê xwedî derkve û biparêze. Hêviya hemû kurdan ew e ku ew vê bînfirehî û xweşbîniye û kamiliyê nîşan bide.

Dema PKK-ê şaşî û nelirêtiyek kir dibê weke rîsipeyekî di bin ra şîretan li wan bike, bibêje ev ne rast e, wiha nekin.

Ev şer ne li menfaeta kurda ye, dibê herdu serî jî viya bibînin û tavilê vê minaqeşeyê rawestînin û destê biratiyê û dostiyê dirêj hevûdu bikin…

Dibê Burkay jî weke Mesûd Barzanî, Talabanî û serokên başûr li PKK-ê xwedî derkeve, bi çavê tevgereke netewî ya miletê kurd lê binêre û nehêle hukûmeta AKP-ê ji şerê kurdan sûdê werbigre.

Kurmê darê ne yek e...

Serokkomarê berê yê Tirkiyê Suleyman Demîrel gotiye, piştî komkujiya 2-ê temûza 1993-an ji bo ku elewî ji dewletê dûr nekevin û nêzî kurdan nebin wî wezîfeya topkirina elewiyan da Îzzettîn Dogan û danîna ”Weqfa Cemê” jî ji bo vê armancê hate danîn.

Yanî serokatiya Îzzettîn Dogan ne tasaduf bûye, dewletê ew derxistiye pêş. Mêrik ji serokê dewleta tirk wezîfeya sîxuriyê girtiye û di çarçeweya vê wezîfeya xwe da di nava elewiyan da xebitiye û bûye pîr û serokê wan.

Dibê hemû kurd baş bizanibin ku Îzzettîn Dogan merivekî pir xayin, pir tahlûke û pir neyarê miletê kur e.

Lê ji xwe ev yek êdî ne îdîa, wa ye diyar bû ku mêrik sîxurekî dewletê yê gelkî girîng e…
Heta ku sîxurên wiha serok, rêber û pîrên elewiyan bin, elewî ji dewletê û kemalîzmê qut nabin.


XXX
Tirkiyê di zulmê, zorê û binpêkirna mafên mirovan da li cîhanê dîsa rekor şikand û bû welatê yekem.
Ji bo vê yekemiya Tirkiyê ez hukûmeta AKP-ê, lê bi taybetî jî serokwezîr Erdogan pîroz dikim. Xuya dibe ku hukûmet ji bo azadiyan û pêşketina mafê mirovan baş xebitiye.(!)

Heger baş nexebitiya di îhlalkirina mafên mirovan da li cîhanê nedibû welatê yekem…
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê(DMME), diyar kir ku di sala 2011-an da di warê binpêkirina mafên mirovan da welatên cîhanê yê herî zêde mehkûm bûye Tirkiye ye…

Li gorî rapora Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê, li cîhanê herî zêde li Tirkiyê huqûq û mafên mirovan hatiye binpêkirn û loma jî herî zêde Tirkiye hatiye mahkûmkiririn.

Serokê DMME-ê Nicolas Bratza, di civîna çapemeniyê da got, di nava 159 dozan da herî zêde Tirkiyê Peymana Mafên Mirovan ya Ewropa binpê kiriye û ji ber van kirinên xwe di dadgehê da hatiye mahkûmkirin.

Ji bîr nekin ku kesên mafên wan hatine binpêkirin tenê kurd in, ne hinekên din in. Ev gelkî girîng e.
Ji ber ku dewlet li hemberî kurdan dîsa vegeriya ser siyaseta xwe ya berê; teror, girtin û kuştinê…

Lê kurdên hevalbernd û dilsozên AKP-ê dîsa jî ji Erdogan û ji hukûmeta wî pir û pir memnûn in…
Memnûn in ji ber ku hukûmet nuha dest nade wan, hewcedariya hukûmetê nuha bi pişgiriya wan heye, lê rojekê ewê dor were wan jî....


XXX
Birayê Şeref Yalçin, di nivîsa xwe ya Kurdînfoyê ya li ser girîngiya tifaqa kurdan da gotineke gorbihuştê Dr. Qasimlo dubare kiriye. Dr. Qasemlo Şîreteke pir girîng li gurdan kiriye, gotiye:
”Dost hertim dost e, carnan çewtiyan bike jî; dijmin hertim dijmin e, carnan rast bike jî.


XXX
MAZLUM-DER-ê rapora xwe ya binpêkirina mafên mirovan ya sala 2011-an eşkere kir.
Di raporê da tê diyarkirin ku hukûmeta AKP-ê ji bo çareseriya pirsa kurd ne riya aştiyê, riya şîdetê hilbijartiye.

Di raporê da dîsa bi reqem tê eşkerekirin ku di sala 2011-an da 34 hezar û 947 kes hatin binçavkirin û 158 bûyerên failnediyar jî pêk hatine. Yanî qatil û failên wan nehatine girtin…

Di salekê da binçavkirina 35 hezar însan dibê ji dema cûnta faşîst ya 1980-î jî zêdetir be.
Ev reqem bi serê xwe nîşan dide ku hukûmeta AKP-ê li hemberî BDP-ê û kurdan teroreke çuqasî mezin meşandiye.


XXX
Aqilmendê AKP-ê Fehmî Koru gotiye, "BDP biguhere Tirkiye ewê rehet bike."
Ne BDP, AKP biguhere, xwe biguherîne, dev ji terorê, girtinê û kuştina kurdan berde, mafê kurdan bide Tirkiye ewê rehet bike.

Tu dibêjî qey BDP her roj davêje ser malên kurdan û rojê 40-50 kesî digre bin çavan.
Tu dibêjî qey BDP her roj çiyayên Kurdistanê bombebaran dike û rojê çend keç û xortên kurd dikuje.
Tu dibêjî qey BDP mafê kurdan nade, hebûna wan nas nake, zimanê wan, ala wan qexe kiriye, navê welatê wan qedexe kiriye, nahêle partiyên kurd ava bibin.
Însan ancax hewqasî dikane bêûjdan bibe...

Heger bi guhertinê qest "teslîmbûne" ew tiştekî din e, lê heger qest çareseriya mesela kurd e, wê demê ji PKK-ê û BDP-ê bêtir dibê hukûmeta AKP-ê biguhere, yanî mafê kurdan bide...


XXX
Ez pir xebetîm ji bo ku bişkiftinên însan bidirûm. Lê biser neketim. Min fêm kir ku gava bişkiftin di şexsiyetê da be kêl nagire…

28 januari 2012

Alîkarê serokwezîr Arinç li Diyarbekrê li têleke din xist...

Alîkarê serokwezîr Bulent Arinç, gava çendakî berê li meclîsê got, "Emê nasnameya kurd qebûl bikin û hemû mafên kurdan yên qanûnî bidin”, mebûsên BDP-ê jê ra li çepikan xistin.

Van gotinên Arinç, hêviyek da gelek kurdên din jî, gelek kesî girîngiyeke mezin da vê axaftina Arinç û wisa hêvê kir ku ev yek bibe destpêka çareserkirina mesela kurd.

Lê do li Amedê eynî Bulent Arinçî, îcar li têleke din xist û got, gotinên min yên li meclîsê nayê maneya qebûlkirina perwerdeya bi zimanê kurdî.

Arinç got, ”derbarê perwerdeya zimanê zikmakî da tu projeyeke wan tuneye. ”
Arinç, li Diyarbekrê li ser pirsên rojnamevanan yên li ser perwerdeya bi zimanê kurdî wiha peyivî:

”Derbarê perwerdeya zimanê zikmakî da tu projeyeke me tuneye. Perwerdeya zimanê zikmakî ne temamê axaftina min a meclîsê ye. Hûn jî dizanin ku perwerdeya bi zimanê zikmakî meseleyeke bi minaqeşeye. Perwerdeya bi zimanê zikmakî, perwerdeya dersên hilbijare vana hemû dikane bên peyivîn. Ancax ji ber hin sebebên diyar ez bawer dikim ku mesela perwerdeyê ewê nuha ne mimkûn be. Hûn jî viya baş dizanin. Ne rast e ku hûn axaftina min a meclîsê bi viya ve girê bidin. Ji axaftina min ya meclîsê maneya perwerdeya zimanê zikmakî derxistin ne tiştekî rast e.”

Weke tê dîtin Arinç dibêje tu nêteke wan ya qebûlkirina perwerdeya kurdî tuneye. Û dibêje ji xwe di wê axaftinê da jî wî tiştekî wiha negotiye û loma jî ne rast e ku meriv netîceyeke wiha ji wê axaftina wî derxe.

Ev gotinên Arinç, nîşan dike ku nêta AKP-ê tuneye nasnameya kurd û mafê perwerdeya bi kurdî têxe qanûna esasî.

Yanî dixwazin weke nuha bi demagojiyê û bi hin sozên devikî kurdan bixapînin û meselê heta hilbijartinên 2014-an îdare bikin.

Bi gotineke din, tu nêteke AKP-ê ya naskirina nasnameya kurd û perwerdeya bi kurdî tune. Arinç di axaftina xwe da gotiye, ji xwe wa ye wan hebûna kurdan qebûl kiriye, TRT6 vekirine. Ma hîn jî kurd çi dixwazin?

Roj TV vebû lê min dîsa zirar kir

Çend roj berê gava weşana Roj TV-ê bi zextên Emerîka û Tirkiyê bi rengekî zorba hat birîn, min got heta ku Roj TV venebe ez jî hew li telewîzyonên tirkan(TRT6 û Dunya TV jî di nav da)temaşe dikim..

Elhemdulah, bi xêra kurdên xebatkar û bi xîret û hin dostên kurdan, Roj TV wa ye ji do da ye di ser peyka Intelsatê ra dest bi weşanê kiriye.

Loma min nuha cara pêşî kanalên tirkan vekir û hema wiha di ser ra bala xwe da çend kanalan.
Heta nuha min tu kanaleke tirk venekiribû.

Xanima min Hêvî carnan li hin programên TRT6-ê, bi taybetî jî li ”Cîran Cîranê” temaşe dike, mala wê ava, wê jî şêla min rast dît û weke min dev ji temaşekirina TRT6-ê berda…

Lê ji şansê min ra Roj TV-ê na ji ciyê berê, ji peykeke nuh dest bi weşanê kir û ev jî ji bo min bû problem. Ji ber ku di peyka nuh da frekansên wê hatine guhertin...
Li gorî vê, dibê ez jî cî û frekansên telewîzyona xwe biguherim.
Û ez wê jî nizanim.

Yanî ji bo ku ez bikanibim ji nuh ve li Roj TV-ê temaşe bikim, dibê ez hosteyekî bînim û pêşeke pere bidimê, ji bo ku ji min ra çêke.

Ji xwe çendakî berê min yek anî, 100 Euro ji min girt, dibê ez cardin yekî bînim û dîsa hewqas pere bidimê...

Hûn rastiyê dixwazin programên kurdî û hin minaqeşeyên girîng ne tê da ez pir zêde li Roj TV-ê temaşe nakim. Zêde wexta min tuneye li leqleqa tirkî ya bêmane temaşe bikim.

Lê li gel vê jî, ez ji programên wan hez bikim ya hez nekim, weke kurdekî ez li ser xwe ferz dibînim ku hemû kanalên kurdan dibê li mala min hebin.

Ji bo min ev meseleyeke moralî, exlaqî û wezîfeyeke netewî ye.
Dibê zarokên min pir hindik aşînayî medya kurd bibin û bibînin ku dê û bavê wan li kanalên kurdan temaşe dikin.

Neyse, ex vegerim ser mesela xwe.

Hukûmeta AKP-ê bi girtina Roj TV-ê bêguman zul li hemû kurdan kir, dilê hemû kurdan reş kir, lê li gorî gelek kurdên din, zirareke ekstra gihînda min.

Ji bo vê zirarê, dibê ez jî heyfa xwe ji vê dewlet û hukûmeta zalim bigrim.
Ji bo ku ez heyfa xwe bigrim, dibê ez hîn zêde binivîsînim û hinekî din dilê xwe rehet bikim.

Bes ev ne cara pêşîye ku wiha dibe, hercara ku telewîzyonên kurdan cî û frakansên weşanên xwe diguherînin eynî tişt tê serê min. Berê, dema Mamoste cîranê min bû, wî dihat ji min ra çêdikir, nuha ew jî tuneye. Loma jî çêkirin tim li ser min bi buhayekî rûdine…

Qey ev jî lotoya min e…
De tişt nabe, bira pere bi qurbana telewîzyonên kurdan be. Bira li ber çavên neyaran ew tim hebin, bira zirarê bigihînin min..

26 januari 2012

Dibê em dev ji neyartiya hev berdin

Rewşeke pir seyr li ortê heye.
Dema Kemal Burkay, Îbrahîm Guçlu ya jî yekî din dibêje ”dewleta tirk PKK ava kiriye û Abdulah Ocalan merivê dewleta kûr û Eregenekonê ye, Ergenekon naxwaze şerê çekdarî raweste” û gelek heqaret û îthamên wih û yên ji van girantir li PKK-ê, KCK-ê û Ocalan tên girtin dibêjin ev rexneye, însan fikrên xwe dibêjin, dibê meriv neqehere…

Lê gava PKK û KCK bersîvê dide van kesan, gava ew ji wan ra dibêjin, ”esas hûn ajanên dewletê ne”, ev dibe êrîşkarî û tehdît.

Muhsîn Kizalkaya bêyî ku qala gotinên Guçlu û Burkay bike, hela wan ji PKK û Ocalan ra çi gotine, tenê gotinên Karayilan rexne dike û dibêje, ji ber ku çekên Burkay tuneye loma PKK jê natirse û wî tehdîd dike…

Ev rexeneyek ne rast e, dibê meriv ji herdu aliyan ra jî bibêje, bi hawakî medenî hevûdu rexne bikin, lê hevûdu bi ajantiyê û bêşereftiyê îtham nekin.

Ma heger Guçlu û Burkay eynî tişt ji Kizilkaya ra bigotana, gelo Kizilkaya ewê çi bigota û bersîveke çawa bida wan?

PKK-ê buguman gelek şaşî kirine, li hemberî hevalên xwe û li hemberî hêzên din şîdet bikar aniye, kurdên welatparêz kuştine. Ev rast e û dibê dema ciyê wê hat meriv li ser raweste û rexne bike.

Lê platform û ciyê vê minaqeşe û giliyê vê meselê ne dewleta tirk e, ne medya tirk e. Dibê meriv viya bibîne…

Dewlet û medya tirk naxwaze kurd nêzî hev bibin, her nêzbûn û tifaqeke nabêna hêzên kurd da dewletê û medyayê nerehet dike.

Loma jî nuha weke ku ji xwe ra xezîneyek dîtibin gav û saetê Burkay li dijî PKK-ê û Ocalan didin peyivandin û bi vê riyê agirê fîtene û fêsadiyê gur dikin.
Dibê em kurdên başûr ji xwe bikin numûme, wan jî bi salan bi hev ra dijminatî kir, û bi sedan însan ji hev kuştin. Lê dawiya dawî dîtin ku ev ne tu rê ye, loma jî dev ji neyartiya hev berdan û destên xwe dan hev û li hemberî dijmin bûn yek.

Bi xêra wê tifaqê biser ketin û bûn xwedî statuyeke siyasî. Ne ew tifaq ba, ne Emerîka û ne jî cîhanê alîkariya wan dikir.

Dibê em jî wisa bikin, dawiya dijminatiyê nayê, em mecbûr in li hev bikin, wan mesleyên gelek nexweş û bi êş li dû xwe bihêlin.

Dibê Burkay, Guçlu, Kizalkaya û kesên din jî wiha bifikirin, dibê hay ji fêsadiya tirkan hebin û bi gotinên xwe tifaqa kurdan xera nekin û kêfa dijmin neynin.

Ji dêlî minaqeşekirina van meselan, dibê Burkay weke rîsipyekî kurdan, weke siyasetmedarekî xwedî tecrûbe hêzên kurd topî ser bike, daxwzên kurda yên netewî gav û saetê bîne rojevê û bi bîra hukûmetê xe.

Ne ku her mijara wî PKK be.
Baş e ji vê hukûmetê ji bo kurdan çi dixwaze, dibê di telewîzyona da wê minaqeşe bike. Mesela PKK-ê û Ocalan me fêm kir….

Di hilbijartinên par da hevkarî û tifaqa di nabêna partî û hêzên kurdan da hekûmeta AKP-ê û medya tirk pir nerehet kir.

Lê bi vegera Kemal Burkay ya Tirkiyê ra medya tirk ji bo kûrkirina fêsadiya xwe îmkan û mijareke başa bi dest xist.

Ji roja ku Burkay vegeriyaye Tirkiyê û virda ye ji du sê rojan carê ya ewê herin mîkrofonê bidin ber devê Burkay ya jî wî dawetî telewîzyonekê bikin û dû ra jî derbarê PKK-ê û Abdulah Ocalan da ji nerindî û xayinî hin pirsên prowaktîf jê bikin.

Û ew jî weke ku mecbûr be bersîva her pirsê bide, nermik nermik dest bi çîroka ”Dewletê PKK ava kir û Ocalan jî merivê dewletê ye. Ez tim viya dibêjim. Dema li Suriyê bû merivê Sûriyê bû, nuha dîsa bûye merivê dewleta kûr û Ergenekonê.”

Û nizanim çi û çi.
Yanî plaq her eynî plaq e…

Heger Burkay jîr bûya bêguman dikanîbû nehata lîstika medya xayin û qoz û îmkanên fêsadî û geleciyê neda destê wan.

Lê çi heyf ku Burkay wiha nake, ji roja pêşî da ye ketiye xafika medya tirk ya nîjadperest û neyarê miletê kurd û li gor daxwazên wan tevdigere.

Herkes dizane ku çapemenî û medya tirk li hemberî kurdan weke şûbeyek MIT-ê dixebitin, dixwazin di şerê li dijî PKK-ê da pirştgiriyê bidin dewleta xwe.

Û piştgiriya herî baş jî bi riya fêsadiya di nabêna hêzên kurdan da dibe.
Çavên xwe digerînin, li ku derê muxalif û neyarekî PKK-ê û Ocalan hebe, diherin mikrofonê didin ber dev û li ser PKK-ê û Ocalan pirsên fêsadiyê jê dikin.

Û yên me jî Xwedê heye, qet texsîr nakin, dest pê dikin û didin ser pişta PKK-ê Ocalan, gotinên nemayî ji wan ra dikin, PKK-ê dikin partiya dewleta tirk û Ocalan jî dikin merivê gelek dewletan. Birêvebir û serokên PKK-ê û KCK-ê yên din jî heryekî dikin piyonên dewletekê.
Ev him ne rast e û him jî neheqî ye.

Dibê kurdên li dijî PKK-ê de vji vê siyasetê berdin, îro ne toja bihevketinê, şer û pevçûnê ye. Îro toja hevkariyê ye. Çêkirina qanûna esasî ya nû nêz dibe, dibê kurd li ser hev bin û bi hev ra daxwazên miletê xwe pêşkêşî dewlet û hukûmeta AKP-ê bikin.

Bi vê siyaseta Burkay ya nuha tifaqa di nabêna BDP-ê û Hak-Parê da heye ewê jî xera bibe. Heyf e, dibê Burkay nebe sebebê vê yekê.

Hêza ku PKK-ê aniye meydanê pir mezin e, dibê kurd bi vê hêzê mafekî netewî bidest xin. Ev hêz ya me hemûyan e, heger zanibin ya Burkay û Guçlu ye jî…

Medya tirk weke gur ji mij û dûmanê hez dike

Gur ji min û dûmanê, medya tirk fêsadî û geleciya nabêna kurdan hez dike...
Ev demeke kêf kêfa medya tirk e, geh bi beyanên Burkay, geh bi yên Îbrahîm Guclu mêrikan kurdan baş bera hev didin.

Rojekê beyaneke Burkay, roja din beyanek Guçlu belav dikin û bi vê riyê jî dijaytiyên nabêna kurdan geş dikin.

Roja din îcar jî PKK bersîvê dide wan û bi hawî şerê nabêna kurdan geş dibe û mêrikan jî kêfa xwe diqewitînin.

Maşelah Burkay û Guçlu jî camêran qet texsîr nakin, medya neyar ji wan çi dixwaze ew jî wan daxwazên wan bi zêdayî bicî tînin.

Tu dibêjî qey mecbûr in di heqê PKK-ê û Ocalan da çi difikirin her roj di telewîzyon û rojnameyên tirkan da bibêjin.

Qet nafikirin, nabêjin yaho vana çim ne meseleyeke din, lê diherin û tên tim eynî meselê ji me dipirsin?

Û ew jî neqaratên 30 sal berê, efendim dewletê PKK ava kir û Ocalan jî merivê wan e, her dubare dikin.

Vana gotinên bêmane û ji rastiyê dûr in. Ev 30 sal in li ortê serîhildana miletekî heye. Bi dehhezaran şehîd hene. Bi hezaran însan di zindanada ne. Bi hezaran însan li serê çiya ne.
Bi milyonan însan li pişt vê tevgerê ne.

Vê tevgerê di warên siyasî, kulturî û leşkerî da bi sedan tecrûbe, îmkan û dezgehên netewî xuliqandiye...
Bi milyona jinên kurd daketine qada xebata siyasî. Vana hemû bi xwebata van însan bûne.

Lê ev nayê wê maneyê ku dibê meriv qet PKK-ê rexne neke, helbet dibê meriv bike, lê dibê ne îtham û heqaret be.

Kesên PKK-yî nîhayet hemû zarokên me ne, gelê me ye, dibê meriv weke hêz û potansiyeleke netewî li vê tevgerê binêre. Şaş û kêmasiyên wan bi dostî, bi zimanekî siyasî bibêje, rexne bike, lê neke tevgereke di bin destê dijmin da. .

Di vî warî da dibê meriv hinekî bi ûjdan û merhamet be, hinekî cidî be. Û siyasî be...
Dewleta tirk ji kurdan ra tu partiyan ava nake, ev îdîa ne rast e û beradayî ye.

Dewleta tirk ji bo ku PKK-ê ji ortê rake tu nemaye ku li hemberî cîhanê herbê îlan bike, ji bo kuştina Ocalan û serokên PKK-ê yên din heta nuha bi milyaran pere rijandiye. Rojê bi tonan bombe bi ser gerîlla û Karayilan da dibarînin.

Ji bo ku telewîzyona wan bigrin dewlet nema zixt dan ser û bertîl kirin.
Dewlet çawa PKK-ê ava dike?
Vana çawa dibin meriv dewletê?
Gotinên wiha eyb e, li hemberî van kesan jî bêûjdanî ye.
Ev 30 sal in dewleta tirk bi hemû dem û dezgehên xwe ve, bi hemû hêza xwe ya aborî, dîplomatîk û leşkerî ve dixebite ku PKK-ê biqedîne.

Û meriv rabe ji vê hêza ra bibêje vana merivên dewletê ne pir eyb e.
Dibê meriv hinekî cidî be...

Burkay û Guçlu ne bes bûn, waye Muhsîn Kizilkaya jî xwe di bere kiriye, ew jî xwe li PKK-ê û BDP-ê radikşîne.

Yek carekê be jî van rojnamevanên fêsad û provaktor naqewitîne, nabêje de biteqize, tişt nema hûnê herin werin tim dîtinên me yên li ser PKK-ê û Oclan bipirsin, herin ji xwe karekî din bikin...

Rewş xerab xuya ye, ez hêvî dikim ku herdu alî jî zêde fersendê nedin tahrîk û fêsadiyên medya tirk û gelşên heyî mezintir nekin…

25 januari 2012

Zor gizêrê radike...

Mehmet Alî Birand, di nivîsa xwe ya îro da li ser axaftina Erdogan ya do ya li ser biryara Senatoya Fransa ya qebîlkirina komkujiya Ermeniyan radiweste û dibêje wî axaftina Erdogan îcar ecibandiye.
Bîrand dibêje, ev cara pêşîye ku Erdogan xwe wenda nake, xwînsar(sakin)hereket dike û nabeêje ewê lêxin, bikujin û ceza bikin…

Rast e, lê sebebê vê sakinî û ”xwînsariya” Erdogan heye, Erdogan ne ji kêfa, ji mecbûrî "xwînsar" hereket kir. Ji ber ku Erdogan”bivik” dît, ji ber ku Fransayê guh neda blof û gefên wî yên bêmane.

Efendî fêm kir ku ji nuha û pêda serhişkî, bêedebî, gef û tehdît, êdî ewê li zirara wî be, loma weke berxika hat rê û bû pisik û dev ji zirzopiya xwe berda.

Esas dermanê baqilkirina tirkan zor û ç o ye, gava siyasetmedarên tirk qamçî, tirsê, zorê û ço dibînin tavilê biaqil dibin, dibin pisik û tên rê.

Erdogan jî fêm kir ku bi zirzopiyê kes ji wan natirse û dev ji siyaseta xwe bernade.
Loma jî ya herî baş ew e ku sakin be, xelkê tehdît neke û weke merivên medenî hereket bike. Ne xwe ewê li zirarê derkeve.

Nuha hêviya Erdogan û hukûmetê ew e ku 60 senator li ba dadgeha bilind îtirazî biryara senatoyê bikin û belkî bi vê riyê bikanibin rê li ber qanûnîbûna biryarê bigrin.

Lê ew jî pir û pir zor e. Ji ber ku hemû senatorên li dijî biryarê bûn jî qebûl dikirin ku qetlâm bûye û Tirkiye sûcdar e. Di civînê da yek senatorekî jî eksê vê negot, negot derew e û komkujiyeke wiha nebûye. Digotin bûye lê dibê meriv biryareke wiha negre.
Loma jî dîtina 60 senatorî ewê hinekî zahmet be…

Ya herî baş û rast ew e ku tirk hemû qetlîamên ku pêşiyên wan û wan li hemberî ermeniyan, asûriyan û kurdan kirine qebûl bikin û ji vê hingedingê xelas bibin….
Ji ber ku rast e, kes buhtanan li tirkan nake…


XXX
Serokê BDP-ê Selahatîn Demirtaş, di civîna gurûba xwe ya do da derbarê komkujiya Roboskê da pirseke pir girîng ji serokwezîr Erdogan kir, got:

”Berî ku bombardûmana Qilabanê were kirin, berpirsên leşkerî weke serokwezîr li we geriyan û gava ji we ra gotin, ”gurûbeke li dora 50 kesî heye, di nav da sivîl jî hene”, te got buhayê wê çi dibe bila bibe lêxin ya na? We wiha got ya na? Ev 26 roj in hûn l...êdikolin ya jî hûn dixwazin talîmata ku we bi xwe daye bincil bikin?”

Demirtaş, pir vekirî dibêje ku emrê bombebarankirinê Erdogan bi xw daye. Ev, sedîsed rast e…
Ji xwe piştî bûyerê du rojan bêdengmana Erdogan û hukûmetê nîşan dida ku tiliya hukûmetê Erdogan rasterast di qetlîamê da heye.

Loma jî piştî qetlîamê hukûmet şeqizî serî li meselê gerand û dest bi demagojiya “lêkolînê” kir.
Lê esas ji destpêkê texmîna min(min çend caran jî nivîsî )û gelek kurdan bi vî alî da bû. Me digot miheqeq tiliyaErdogan di vê qetlîamê da heye, loma jî nizanin çi bikin û ser qetlîamê çawa bigrin…
Erdogan merivekî pir neyarê miletê kurd e, loma jî ew bi kêfxweşî dikane biryarên wiha û heta yên ji vê jî girantir bide.
Heger ne gurûb 50, lê 500, ya jî 5 hezar kes bûna jî Erdogan ewê dîsa jî bigota “buhayê wê çi dibe bila bibe lêxin...”


XXX
Sosireta giran, şerma mezin, Mehmet Emîn Dîndar û Galîp Ensarîoglu li ser navê AKP-ê qetlîama Roboskê parastin û nehîştin ku di meclîsê da li ser qetlîamê were peyivîn.

Ji bo ku di meclîsê da li ser qetlîama Roboskê were peyivandin û lêkolîn were kirin BDP-ê îro pirsnameyek da meclîsê.

Lê pirsnameya BDP-ê bi rayên parlamenterên AKP-ê û MHP-ê hat redkirin.
Ji ber ku hukûmeta AKP-ê naxwaze qetlîam were ronîkirin û berpirsiyar eşkere bibin.
Naxwazin, jiber ku berpirsiyarên qetlîamê hukûmet bi xwe ye, qetlîam bi emir û destûra wan hatiye kirin. Tu tiştekî bi şaşî û bêhemdî li ortê tuneye.

Li alî din, trajediya herî mezin li ser navê AKP-ê ne parlamenterên tirk, du parlamenterên kurd; parlamenterê Şirnexê Mehmet Emîn Dîndar û parlamenterê Diyarbekrê Galîp Ensarîoglu li dijî pêşniyara BDP-ê peyivin û xwestin pirsname neyê qebûlkirin.

Û di netîceyê da jî wisa bû, pêşniyara BDP-ê bi dengên AKP-ê û MHP-ê û helbet bi dengên hemû parlamenterên AKP-ê yên kurd hate redkirin.

Tirk tim wiha dikin, di bûyerên wiha da kêm caran tirkan derdixin hemberî kurdan, tim kurdan bera hev didin û ew jî bi kêfa xwe lê temaşe dikin.

Weke tê zanîn hakimên biryara îdama Şêx Seîd û ya Abdulah Ocalan dan jî kurd bûn….
Di vê bûyerê da jî AKP-ê wisa kiriye, ji dêlî tirkan, du kurd bera pêxîla BDP-ê dan û bi wan qetlîam dan parastin.

Û van parlamenteranan xwedêgiravî kurd in û li ser navê gelê xwe çûne wir. Lê weke tê dîtin, rebenan weke emirqûliyên Erdogan ji mecbûrî li dijî pirsnameyê derketin.
Xeberê bixwînin û şêla van herdu pepûkan bibînin….

XXX
Kurdên başûr hesabê komkujiya Helepçeyê ji qatilan pirsîn û ew ceza kirin, nuha dora kurdên bakur e, dibê em jî hesabê cînayet û komkujiyên li hemberî kurdên bakur hatine kirin ji dewleta tirk û birêvebirên wê bipirsin...
Hesabpirsîna komkujiya gundê Roboskê bira bibe destpêka vê qonaxê...

XXX
Li gorî rojnameya Le Mondê, serokkomarê Fransayê Sarkozy, ewê pêşnûmeya ku înkarkirina komkujiya ermeniyan sûc dihesibîne ku du roj berê ji alî senatoyê ve jî hate qebûkirin, di nava 15 rojan da îmze bike.

Yanî pêşnûme ewê li Fransayê bibe qanûn.
Li gorî pêşnûmeyê kesê ku li Fransayê komkujiya ermeniyan înkar bike ewê salek hefs û 45 hezar Euwro ceza bidinê.

Rojname dibêje, Sarkoyê nameyk jî ji serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ra şandiye û gotiye navê tu miletî û tu dewletê di qanûnê da nabuhure, qanûn ji bo herkesî ye.

Tirk dixwazin pêşnûmeyê bibin Komisyona Qanûna Esasî. Ji bo vê yekî jî 60 parlamenter ya jî 60 senator lazim in. Tirkan ji nuha da dest bi xebatên lobiyê kirin, hela ka em binêrin ewê bikanibin 60 senatoran bibînin y ana…
Lê rewşa wan îcar ne baş xuya ye…

24 januari 2012

Bulent Arinç sînyala berdewamiya terorê da

Cîgirê serokwezîr Erdogan Bulent Arınç, gotiye, ” Li Tirkiyê teror heye, rêxistina terorê heye, girêdanên wê yên dîrekt û îndîrekt hene. Emê kurdan himêz bikin û li hemberî terorê jî şer bikin”

 Ev gotinên Arinç pir girîng in, ew dibêje ku ewê dev ji şer, ji terorê, ji girtin û kuştina kurdan berndin.
”Emê kurdan himêz bikin”, ne demagojiyeke nuh e, ji roja roj da ye siyasetmedarên tirk vê demagojiyê dikin.

Lê kurd maneya van gotinan êdî baş dizanin.
Hêza ku Arinç weke terorê bi nav dike 3 milon û nîv kurdên ku ray dane BDP-ê û nufûsa bi wan rayan ra ye.

Ji bo Arinç 10 milyon kurd ne kurd in, ew ”terorîst” in û dibê werin îmhakirin.
Yanî Arinç çiqasî xweşik û nermik jî bibêje, maneya gotinên wî ew e ku hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdan ewê demeke din jî vê terora xwe bidomîne, ewê hîn gelek kesên din jî bigrin û bavêjin zindanan.

Dibêjin li Kurdistanê di zindanan da cî nemaye, loma jî bi dizî, ji bin da haziriya veguheztina girtiyan ya herêma Derya Reş dikin.

Ji bo ku bi vî hawî him dixwazin girtiyan ji Kurdistanê dûr bixin û manewiyata wan bişkînin û him jî têkiliyên girtiyan û malbatên wan qut bikin.

Mirovên bajarên Derya Reş bi piranî faşîst, nîjadperest û li dijî kurdan e. Dema malbatên girtiyan herin serdanên zarokên xwe, ewê wan nerehet û terorîze bikin.

Ji ber ku hukûmet bi viya dizane, loma jî dixwaze bi hezaran kurdên girtî bibin li bajarên herêma Derya Reş belav bikin.

Netîce, hercara ku Bulent Arinç, bi nermikayî bibêje, ”emê kurdan himêz bikin”, dibê hûn bizanibin ku ev gotinên wî ne ji xêrê ra ne, miheqeq nêteke xerab li dû heye



 XXX
Kurdperwer û welatparêzê nemir, xweşmêr û canfîdayê kurd û Kurdistanê Necmetîn Buyukkaya, di 24-01-1984-an, di rojeke weke îro da di zindana Diyarbekrê da bi destê qatil û celadên dewleta tirk hate kuştin.

Neco(Necmetîn), kadir û lîderekî kurd yê bijare û gelkî hêja yê herçar perçeyên Kurdistanê bû.
Ew milîtanekî miletê kurd yê ziravpiling bû.

Wî jiyana xwe weqfê rizgarkirina Kurdistanê û azadiya miletê kurd kiribû. Ew şoreşger û canfîdayekî profesyonel bû.

Ji ber van xusûsiyetên xwe yên bêemsal ew bûbû kelemê di çavê dijmin da.
Û loma jî qatilên dewleta tirk di zindana Diyarbekrê da ew û bi dehan ewladên kurd yên din, bi bêbextî û bi hovîtiyeke mezin qetil kirin.

Ez, vî welatparêz û kurdperwerê hêja û xweşmêrê kurd û Kurdistanê di 28-emîn salvegera şehîdbûna wî da bi hurmeteke mezin bibîr tînim….

XXX
Kurdino, hûn jî telewîzyonên tirk boykot bikin !
Heta Roj TV vedibe ezê li telewîzyonên tirk temaşe neikim. Bi dîtina min her kurdê li dijî zulmê û vê terora hukûmeta AKP-ê dibê ew jî eynî tiştî bike, heta Roj TV vedibe li telewîzyonên tirkan temaş neke.

Tirkan ev zulm û çavsorî li kîjan hêz û gurûba kurd bikira minê eynî reaksiyon nîşan bide, minê bi eynî şîdetê protesto bikira.

Ji bo min ya girîng kurd bûne, dewleta tirk li kîjan kurdî û hêza kurd zulmê û neheqiyê bike ezê li dij derkevim û piştgiriya aliyê kurd bikim...


XXX
Di artêşa tirk da di nava 23 rojan da(ji serê salê û virda ye)10 leşkerên kurd bi rengekî bi şik jiyana xwe wenda kirin.
Yanî hatin kuştin…
Berpirsiyarên leşkerî ji bo van 10 mirinan dibêjin ”qeza” û ”întîxar”.
Lê belê berpirsiyar nikanin îzah bikin, ji bo çi ev ”qeza” û ”întîxar” çima tim tên zarokên kurdan dibînin?

 Çima carê yekî tirk jî bi qezê nayê kuştin û xwe întîxar nake?
 Ecêb e, ev ”qeza” tê leşkerên kurd tenê dibîne.

 ”Întîxar” hewwetinê, ew jî bûye qedera me kurdan tenê, tirk qet xwe întîxar nakin….
Pir vekirîye, artêş a tirk weke neyar li hemû kurdan dinêre û loma jî zarokên ku dibêjin em kurd in, gava fersendê dibînin dikujin.

 Dibê partî û rêxistinên kurdan bibin taqîpçiyên vê meselê, van cînayetan bibin dadgehên der û hundur.
Ya din jî dibê êdî kurd neçin leşkeriya vê dewleta qatil, li riyên neçûnê bigerin…


XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, weke mudûrê nifûsê dîsa dest bi îfşakirina koka(secereya)Sarkozy kir. Berê gotibû, bavê Sarkozy li Cezaîrê qetlîam kiriye, heger Sarkozî nizanek bira here ji bavê xwe bipirse.

Nuha jî gotiye, ”kalikê Sarkozy li Selanîkê yanî li ser axa Osmaniyan ya demekê hatiye cîhanê…”
Ê yanî çi?

Li Selanîkê hatibe dinê çi ferq dike, li Stenbolê hatibe dinê çi ferq dike?
Çi têkiliya ciyê jidayikbûyina kalikê Sarkozy bi biryara Senatoya Fransayê heye?
Diyar e dixwaze bibêje Sarkozy cihû ye…

Ev ne tiştekî bi dizîye û ji xwe Sarkozy jî weke te venaşêre.
koka sarkozy diyar e, lê ya te?

Tu mahcir û donmeyê(kesê dîn guhertine)ji kîjan dînî û kîjan welatî yî?
Diya te, bavê te, kalên te ji ku ne û kînga bûn misilman?

Tu geh dibêjî tu gurcî yî, geh dibêjî weke gêrmiya gavan tevlihev î, diya te ji miletekî û bavê te jî ji minletekî din e…
Lê mistewa ev e, mal ev e, ji însanên wiha ancax gotinên wiha hasil bibin….

Him kuştin him jî kitêbên wî qedexe dikin

Piştî girtin û kuştina zindiyan, nuha jî dor hat berhemên miriyan…
Belê, nuha jî kitêbên rahmetiyê Mûsa Anter ketin ber şîpa teror û qedexekirinên  dozgerên rejîma  AKP-ê.

Serdozgerê Stenbolê bi îddîaya ku di kitêbên Mûsa Anter da propagandeya ”rêxistina terorê” tê kirin, derbarê wan da biryara berhevkirinê da.

Weke hin kurdên ”aştîxwaz” dibêjin, bi rastî jî hukûmeta AKP-ê di warê azadiya çapemenî û demokrasiyê da gavên pir mezin û pir grîng davêje(!)

Qedexekirina kitêbên rahmetiyê Mûsa Anter îspat û delîlên van gavên rejîma AKP-ê yên gelkî grîng û demokratîk e…


XXX
Di facebookê da ez nuha rastî vê gotina xweş hatim. Gotin bi tirkî bû, min ew kir kurdî.
Merivê durû weke dezgeha bazarê ye,
yên rind datîne pêşiyê,
dawî tim xerabe ye.


XXX
Dawiya dawî rejîma AKP-ê gihîşt mirazê xwe û Roj TV da girtin.
Girtina Roj TV-ê kîn û nefreta min û bi milyona kurd li hemberî hukûmeta AKP-ê ya rasîst û neyarê miletê kurd hinekî din jî mezin û kûr kir.

Tiştê hukûmeta AKP-ê dike zulm e, rasîsm e, li dijî hemû normên însanî û demokrasiyê ye.
Ji ber ku piraniya programên Roj TV-ê bi tirkî û leqeleq bû, loma jî min zêde lê temaşe nedikir. Min tenê li xeberan temaşe dikir.

Lê li gel vê jî ev girtin, ev zulm bi min zor tê, ez ji hêrsan xwe dixwim…
Lê ew çi bikin jî ewê nikanibin vî karwanî rawestînin, ev karwan miheqeq ewê bigihîje hedefa xwe, kurd van rojên tarî ewê li pey xwe bihêlin û bigihîjin azadiya xwe…
Her kurdê bi xîret û bi ûjdan dibê tu carî vê zulma AKP-ê ji bîr neke…



XXX
Ji bo piştgiriya bi Roj TV-ê ra min nuha nameyeke bi fransî ji şîrketa Eutelsatê ra faks kir. Name ji alî Faysal Dagli ve hatiye belavkirin.

Bi dîtina min her kurd dibê wê teksta bi ransaî ji şîrketa Eutelsatê ra ya faks bike ya jî mail bişûne.
Ne şert e ku meriv PKK-yî ya jî dost û dilxwazê PKK-ê be. Heta meriv dikane li dijî PKK-ê be jî, lê belê ev yek dibê nebe sebeb ku meriv li hemberî zulma dewleta tirk li wan dike bêdeng bimîne û li zorbatiya hukûmeta AKP-ê temaşa bike.

Weke kurd dibê meriv li dijî vê zulm û neheqiya li ku kurdan dikin derkeve û protesto bike.
Sê roj berê hukûmeta AKP-ê 40-50 hezar tirk ji hemû Ewrûpayê li Parîsê, li ber Senatoyê da topkirin, ji bo ku Senato biryara qetlîama ermeniyan qebûl neke.

Ez bawer nakim ku kesên ji gelek welatên Ewrûpayê çûn wir hemû AKP-yî bûn.
Ji bo kesên çûn wir ya girîng ew bû ku dewleta wan zirarê nebîne, Senatoya Fransayê qetlîama ermeniyan qebûl neke.

Loma jî însanên ji gelek fikir û dîtinên cuda ji bo prastina welat û dewleta xwe hêza xwe kirin yek û piştgiriya dewleta xwe kirin.

 Dibê kurd jî wiha bikin, kîjan gurûp û hêz dibe qet ferq nake, li hemberî êrîş û zulma dijmin dibê meriv bêdeng nemîne û alîkariya birayê xwe yê kurd bike.

Îro Roj TV-ê ye, sibe dikane telewîzyoneke kurd ya din be. Dibê meriv bi çavê bira li hemû kurdên welatparêz binêre û dema hewce be, di rojên teng da, li hemberî êrîşên neyar miheqeq alîkariya hev bike….

22 januari 2012

Komara Kurd ya Mahabadê serbilindiya miletê kurd e

Îro 66-emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê ye.
66 saliya Komara Kurd ya Mahabadê li hemû kurdan pîroz be !

Komara Kurd ya Mahabadê, di 22-ê Çileyê 1946-an da li Kurdistana Îranê di bin serokatiya Qazî Mûhamed da ava bû.

Komara Mahabadê li bajarê Mahabadê li Meydana Çarçira hat îlankirin
Lê belê piştî lihevkirina Yekitiya Sovyetê û Îngilistanê, Sovyetê alîkariya xwe ji kurdan qut kir. Piştî vê, Îranê ji nû ve hêza xwe topî ser hev kir û êrîş bir ser Azebeycanê û komara kurd ya Mahabadê û komara kurd piştî 10 meh hate hilweşandin.

Piştî tecrûbeya hukûmeta Şêx Mahmûdê Berzencî ya li başûrê Kurdistanê, Komara Mahabadê ji bo kurdan tecrûbeyeke herî mezin bû. Lê ji bêtalihiya me kurdan ra Sovyetê û Îngilîzan, kurd kirin qurbana tirkan û menfaetên xwe yên maddî.

Di vekişîn û qutbûna alîkariya Sovyetê da rola dewleta tirk pir mezin e, ji bo sovyet alîkariya kurdan neke û rê bidin êrîşên Îranê, tirkan roleke pir mezin lîstin.

Jiyana Komara Mehabadê her çiqasî demek pir kin be jî, lê di vê dema kin da dîsa gelek tişt kirin.
Sêzde(13)wezîrên Komara Mahabadê hebûn.

Hukûmeta Komara Mahabadê ala netewî ya Kurdistanê hilda û artêşa komarê çêkir. Ku ev al, êdî bûye ala Kurdistanê.

Qadî Mihemed, berî têkçûn komarê û girtina xwe ”Ala Komara Mahabadê” teslîmî Mele Mistefa Barzaî kir û got, wê biparêze. Û Mele Mistefa Barzanî jî ev wesiyeta Qazî bi cî anî û ala Kurdistanê weke roniya çavê xwe parast.

Ev al nuha bi kêmanî li beşê Kurdistanê yê başûr, li asîmanê Kurdistanê hêl dibe.
Hukûmeta Komarê di warê aborî, civakî, edebî û kulturî da jî gelek gavên girîng avêt. Rojname û kovar derketin. Ji bo pêşxistina zimanê kurdî gelek hewil hat dayin û hin gavên girîng hatin avêtin.
Zimanê Kurdî weke zimanê Komarê yê resmî hate qebulkirin.
Tiyatroya kurd hat avakirin.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê hate sazkirin.

Bi kurtî, her çiqasî temenê Komara Mehabadê kin ajot jî, lê Mahabad di her warî da dîsa jî bû navenda siyaset û rewşenbiriyê.

Piştî demeke kin, Yekîtiya Sovyetê alîkariya ku dida Qazî Mihemed qut kir û hêzên Sovyetê di 9-ê gulanê da paşda vekişiyan û xwestin ku Qazî Mihemed jî Kurdstanê terk bike û here îltîcayê Sovyetê bike.

Lê Qazî Mihemed ev yek red kir û got ez tu carî welatê xwe û gelê xwe terk nakim.
Di 16-ê mijdara 1946-an da(16/11-46) hêzên artêşa Îranê berê ketin paytexta Azerbaycanê Tebrîzê û dû ra jî berê xwe dan Mehabadê.

Û di 17-ê di kanuna 1946-an da(17/12-46) jî bi alîkariya îngilîzan ketin Mahabadê û Komara Kurdistanê ya Mehabadê hilweşandin.

Û di 31-ê adara 1947-an da jî Qazî Mihemed, serokwezîr Hecî Babe Şêx, wezîrê parastinê Seyfî Qazî li Meydana ku Komar lê hatibû avakirn bi darde kirin.

Qazî Mihemed, li Meydana Çarçira di merasîma avakirina Komara Kurdistanê da wiha sond xwaribû:

”Bi mezinahiya navê Xwedê, bi rûmeta Qurana Kerîm, li ser welat û ala xwe ez sond diwxim ku ezê heta dilopa dawî ya xwîna xwe û nefesa xwe ya dawî, bi can û malê xwe di rêya azadiyê da, ji bo ku alên me li asîmanan pêl bidin têbikoşim.”

Û bi rastî jî Qaziyê nemir sadiqê sonda xwe ma û ji bo ku ala kurd li asîmanên Kurdistanê hêl bibe canê xwe feda kir.
Bira ciyê wî û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê behişt be.

Hukûmet naxwaze hemû cinayet eşkere bibin

Di kolanên merkeza JÎTEM-ê ya li Amedê da 4 kuloxên(qoqên, qafên) seriyê mirovan yên din jî hatin dîtin. Bi dîtina van hestiyan ra hejmara hestiyên mirovan gehişt 19-an.

Li Diyarbekrê dîtina 19 kuloxan ji deve hîn ne guh e, ji ber ku 17 hezar kurd ji alî qatilên vê dewletê ve hatine kuştin.

Çend kes nikanin 17 hezar însan bikujin, dibê bi hezaran kesî di van cînayetan da wezîfe girtibe, tetik kişandibe û emir dabe.

Hukûmeta AKP-ê viya baş dizane, serokwezîr, wezîrê edaletê û wezîrê hundur viya baş dizanin.
Û ji xwe ji ber ku birêvebirên hukûmetê viya baş dizanin loma hemû cînayetan eşkere nakin, qatilan nagrin û dernaxin ber dadgehan.

Nakin, ji ber ku qatil pir in, bi hezaran in, heger bi rastî jî hemû cînayetan eşkere bikin û hemû qatilan bigrin, dewleta wan ewê ji kok da biheje, ewê bi hezaran, siyasetmedar, zabit, general, pûlis, burokrat û giregirên dewletê sûcdar û qatil derkevin.

A ji ber vê yekêye ku hukûmet naxwaze here ser cînayeta Hrant Dînk û 17 hezar cînayetên li hemberî kurdan hatine kirin.

Naxwazin hemû cînayet derkevin û hemû qatil werin girtin, ji ber ku êdî ew bi xwe bûna mesûlê dewleta kûr.

Heger ne wisa bûya nuha ji zûda bi sedan sûcdar û qatilên 17 hezar kurd girtibûn.
Nuha ji zû da qetlîama gundê Roboskê eşkere kiribûn û kesên sûcdar girtibûn.

Nuha ji zû da rêxistin û kesên li pişt cînayeta Hrant Dînk eşkere kiribûn û kesên bepirsiyar girtibûn
Nakin û naxwzin bikin ji ber ku serî ewê here bigihîje merivên wan, îktîdar û rejîma wan…


XXX
Tirk, çavsoriyê ne li kurdan tenê, li hemû cîhanê dikin, kes newêre li hemberî zulm, zorabtî û qetlîamên wan dengê xwe bike.

Mêrikan him sûcdar û him zorba ne, milyonek û nîv êrmenî kuştine lê qebûl nakin ku dewletek bibêje ev qetlîam hatiye kirin.

Ji bo ku bala Senatoya Fransayê bikşînin û tesîrê li civîna Sebatoyê ya sibe bikin, do bi organîzeya hukûmetê ji hemû waltên Ewrûpayê 40 hezar nsan li Fransayê top kirin û fransa û Sarkozy eşkere tehdît kirin.

Bi îhtîmaleke mezin Senatoya Fransayê ji tirsa tirkan sibe ewê pêşniyara meclîsê red bike û daxwaza tirkan bîne cî.

Wezîrê Tirkiyê yê karê derve Ahmet Davutoglu, do dîsa hukûmeta Kurdistanê ya Federal tehdît kir û got, ”heger Hukûmeta Herêma Kurdistanê û aliyê Îraqê ji bo tasfiyekirina PKK-ê tedbîrên pêwîst negrin, Tirkiye ewê tiştên pêwîs bike.”

 Yanî heger hukûmeta Îraqê ya merkezî û Kurdistana Federe weke Tirkiye dixwaze li hemberî PKK-ê gavan navên, Tirkiye ewê dest bi operasyoneke leşkerî bike.

Îran ne têda, ji Îranê pir hesaban dikin, tirk xwe li her kesî radikşînin, her kesî tehdît dikin û ji vê tehdîta xwe jî tim karê dibînin.

Mesela di  mesela Roj TV-ê da Danîmarka û Fransa bi bertîl û tehdîdan teslîm girtin û dawiya dawî Roj TV-ê bi wan dan girtin.

Kurd dibêjin stûrî ji gayê sor ra namîne, ev stûriya tirkan jî ewê ji wan ra nemîne, kurdê ji wan ra nehêle…

21 januari 2012

Hevalbendiya dijmin ne tu rê ye

Cehalet, pere û berjewendiyên şexsî pişt li kurdan şikandiye, nahêle kurd yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin û zora dijmin bibin.

Hercara ku kurd nêzî vê hedefa xwe dibin, dijmin tavilê cehaletê, pere û menfaetên şexsî dixe dewrê û yekîtiya kurdan zeîf dike, hinekan dikşîne cepheya xwe û bi wan ra êrîşê dibe ser kurdên din.

Tew ne hewceyî şer û şerê çekdarîye, heger kurd rayên xwe nedin partiyên tirkan, nebin endam û nûnerên wan, rayên xwe bidin partiyên xwe Kurdistan çêbûye.

Heger sibe li meclîsê ji AKP-ê û CHP-ê 40-50 parlamenterên kud îstîfa bikirana û bigotana weleh em vê zulma we hew qebûl dikin, dibê hûn heqê gelê me bidin, mesele kurd diqediya, hukûmetê mecbûrî teslîm bibûya…

Lê nakin û ji ber ku dijmin jî dizane nakin, loma ew jî diwêrin him vê zulma xwe bidomînin û him jî mafê kurdan nedin.

Wa ye hukûmeta AKP-ê Roj TV jî da girtin. Sibe ewê weşana wê raweste.

Li hemberî vê zulm û çavsoriya hukûmetê heger sibe hemû karkirên TRT-6-ê jî bigotana weleh em vê zulmê qebûl nakin, madem hûn nahêlin telewîzyoneke kurdan li derve jî hebe, wê demê em jî naxebitin û di telewîzyona we da tu programan çênakin.

Heger ne PKK-ê, BDP-ê û Roj TV-ê tenê, hemû kurdên din jî, yên li dijî PKK-ê jî li dijî vê zulma hukûmetê derketana û nerazîbûna xwe nîşan bidana, hukûmetê nikanîbû wiha bikira. Lê nakin.

Li hemberî reaksiyoneke wiha hukûmetê bihejiya, ewê bidîta ku kurd vê siyaseta wan ya înkar û îmhayê qebûl nakin. Di rewşeke wiha da hukûmetê mecbûrî siyaseta xwe biguheranda.

Yanî sebebê vê bindestiya me ne tenê xurtiya dijmin e, hinekî jî em bi xwe ne, em bi xwe dev ji hevkarî, piştgiriya dijmin bernadin.

Roja ku kurd di her warî da têkiliyên xwe ji dewleta tirk qut bikin û partiyên xwe ava bikin û rayên xwe bidin xwe, bidin kes û partiyên ku doza kurd û Kurdistanê dikin Kurdistan çêbûye.


XXX
Ez bi xwe nizanim komîsyona AKP-ê ya meclîsê li gorî çi û kîjan pîvanan bangî Kemal Burkay û Îbrahîm Guçlu kir û guh da dîtin û fikrên wan.

Şert û pîvanên vexwendina komisyonê çi ne?

Kesên ku dizanin komîsyonê ji bo çi û li gorî kîjan pîvanê ban van herdu kesan kir bira ji kerema xwe ra me agahdar bikin.

Normal dibê li kesên ku di nava bûyeran da bûn guhdarî bikirana, mesela li abûqat û serokên baroyan, li birêvebirên rêxistinên mafên mirovan, li malbatên kesên wenda û kesên hatine qetilkirin, li îtîrafçiyan û yên weke wan...

Lê çima Kemal Burkay û Îbrahîm Guçlu, lê ne serok û  siyasetmedarên din, ne berpirsiyarekî  BDP-ê û PKK-ê ?

Ji bo çi ?

Ya din di vê komsîsyona xapandinê da hebûna yeka wek Oya Eronat, ez li kurdan weke heqareteke mezin dibînim.

Carê Eronat mafê wê tuneye ku têkeve wê komîsyonê, ew "mebûseke" xeyrîmeşrû û diz e, zorba ye. Hukûmeta AKP-ê mafê yekî din bi zor xesp kiriye û daye wê. Ew ne parlamenter e. Rûniştina bi Eronatê ra meşrûkirina wê ye.

Loma jî şaşî û şeremeke pir mezin e ku kurdên çûn wir hebûna wê qebûl kirin û bersîv dan pirsên wê.

Jinikê ev ne bes e, di ser da henekê xwe bi gotina Kurdisanê kiriye û ji Guçlu ra gotiye, "tu tim dibêjî Kurdistan, Kurdistan, ma ev Kurdistan ku dere?"

Eronat, li dijî gotina Guçlu, "mafê kurdan hatiye xespkiri" jî derketiye û gotiye, ji bo piraniya kurdan wiha nebêje, ez jî kurd im, li ser navê min jî nepeyive."

A Burkay û Guçlu bi vê şermûtê ra rûniştine û giliyê PKK-ê pê kirine....

Bi dîtina min komîsiyonek ancax dikane hewqasî xeyrîcidî bibe, meriv naçe bi komîsiyoneke wiha xayrîcidî û bêmistewa ra rûnane...

Hukûmet bi vê komîsyonê henekê xwe bi kurdan dike...

XXX
Axa welatê me êdî îsyan dike, ji her derê kelax û hestiyên kurdên ku bi destê dewleta tirk hatine qetilkirin dipijiqe !

Li Diyarbekrê, li Şirnexê û li gelek deverên din her roj hestiyên çend kesan tên dîtin...

Lê hukûmeta AKP-ê hîn qatilek jî negirtiye, Demirel, Çîller, Mehemt Agar, orgeneral Guneş, Karadayi, Buyukanit, zabit, walî û wezîrên karên hundur yên heta salên 2000-î hîn li derve ne.

Ax ji derdê kurdan...

Dewleta tirk bi darê zorê ketiye welatê me. Li welatê me zulmeke pir mezin li me dike.
Em kurd in lê kurdbûna me qebïl nakin, di cuzdan û pasaporta me da tirk dinivîsînin.
Navê welatê me qedexe kirine
Ala me qedexe kirine
Zimanê me qedexe kirine
Bi darê zorê zimanê xwe fêrî me dikin
Me bi zorê dibin leşkeriyê.
Nahêlin em li welatê xwe bibin xwedî medya û çapemenî.
Nahêlin em li welatê xwe bibin xwedî mekteb û zanîngeh.
Nahêlin em artêşa xwe ava bikin, bibin xwedî pûlis, cendirme û dezgehên dewletî.
Kînga dilê wan bixwaze me digrin, dixin zinadanan, îşkeneyê li me dikin û carnan jî gû bi me didin xwarin.
Û gava hinek ji me li hemberî vê zulmê radibin jî wan bi topan, bi balafiran û bi çekên kîmyayî dikujin..
Welahsil zulm û zorbatiyeke pir mezin li me dikin, nahêlin em bibin xwedî dewlet, xwedî meclîs û xwedî al, xwedî dem û dezgehên netewî.
Dema dewletek, hukûmetek, hinek, miletek hewqas zulmê û neheqiyê li meriv bike, welatê meriv ji meriv bistîne û di wealtê meriv da jî vê zulê li meriv bike, hebûna meriv qebûl neke dibê meriv jî bibe dijminê vê dewletê, bibe dijminê wan kesan, tu carî ji vê dewletê hez neke, siyasetmedar û bi birêvebirên wê ra nebe dost, nebe heval, nekeve partiyên wan, rayên xwe neda wan, bi wan ra hevkariyê neke û hwd.
Lê hin kurd hene hîn jî ne li dijî vê dewletê û birêvebirên vê dewletê ne, rayên xwe didin partî û birêvebirên vê dewletê, dikevin partiyên wan, ji partiyên wan dibin muxtar, reîs û parlamenter, bi burokrat û siyasetmedarên wê ra dibin dost, dibin heval…
Di dezgehên vê dewletê da kar dikin, bi serok û birêvebirên hukûmeta vê dewletê ra dibin dost, dibin heval û bi hev ra şêwir û mişêwiran li dar dixin.
Ez bi xwe qet fêm nakim ev kurd çima wiha dikin, çawa dikane wiha bike?
Gelo kesê sebebê vê yekê bizanibe heye?


XXX
Komisyona hukûmeta AKP-ê ya meclîsê ya herî bêselahiyet û xapandinê derbarê cînayet û ”qurbanên terorê” da li du siyasetmedar û rîsipyên kurd Kemal Burkay û Îbrahîm Guçlu guhdarî kir.
Van herdu siyasetmedarên kurd jî ji dêlî ku hesabê 4 hezar gundên hatin wêrankirin, 17 hezar kurdên wenda yanî ”cînayetên qatil ne diyar” û keleyên her roj ji hewşên artêşa tirk derdikevin ji dewletê bipirsin, giliyê Abdulah Ocalanê girtiyê dewleta tirk û PKK-ê bi komîsyonê kirin, gotan Ocala Hey kurdên bakur ne xwediyê serok û siyasetmedarên layiqî xwe û têkoşîna xwe ne, lê hema ev herdu siyasetmedar jî tunebûna ewê gelkî baştir bûya…
Bala min lêye ji beyanên Burkay ra gelkî kêfa dewletê û medya tirk hatiye, ev çend roj in wer cî didin gotinên Burkay yên derbarê Ocalan û PKK-ê da. Tam li gorî dilê wan dipeyive…


XXX
Hin kurd ji cahiliyê, ji ber nezaniya xwe bûne dost, hevkar û hevalên dijmin.
Hin kurd ji ber xizaniyê, ji bona debara xwe bikin bûne merivên dûzanê û hevkarên dijmin.
Lê hin kurd jî hene ku ne cahil in, ne nezan in, ne feqîr in û ne jî mecbûr in ku bibin dost, hevakr û havalbendên dijimin.
Tu tişt wan mecbûrî vê şêlê nake.
Bi ya we sebebê vê hevalbendiya wan çi ye?

19 januari 2012

Lê dîsa jî hûnê têkbiçin...

Şîrketa Eutelsatê îro ji nişkave weşana Roj TV-ê rawestand û xwest ku şîrketên din jî eynî biryarê bigrin û weşana Roj TV-ê rawestînin.

Piştî vê biryara Eutelsatê li hemû bajarên Kurdistanê weşana Roj TV qut bû.
Roj TV-ê derbarê weşana xwe da beyanek belav kir. Di beyanê da tê gotin, weşana wan li ser Eurobirdê berdewam e, temaşevan dikanin him di ser Eurobîrdê ra û him jî di înternetê da weke hertim li Roj TV-ê temaş bikin.

Dadgeha Danîmarkayê biryara girtina Roj TV-ê nedabû, tenê cezayê pera dabû û Roj TV-ê jî îtîrazî biryra dadgehê kiribû.

Yanî doza Roj TV-ê hîn neqediyaye û proses dom dike. Lê li gel vê jî şîrketa Eutelsata Fransî elelecele birayara rawestandina weşana Roj TV-ê da.

Diyar e pereyên ku Eutelsatê ji dewleta tirk girtiye ji kiriya Roj TV dide pir û pir zêdetir e loma wisa ecele kirin.

Dema edalet, heq, huqûq û ûjdan tunebe û buhayê hertiştî pere be, bêguman dewleta tirk hertim dikane ji kurdan bêtir pera birjîne, çimkî ew dewlet in û perê wan yê reş pir e...

Piştî ku weşana Roj TV-ê li bajarên Kurdistanê qut bû, berdevkên wezareta derve ya Tirkiyê kêfxweşiyên xwe anîn zimên û sipasiya şîrketa Eutelsatê kirin.

Îşev Erdogan û hemû birêvebirin AKP-ê ewê ne tenê destên xwe, belkî hin derên xwe yên din jî hine bikin; ji ber ku Roj TV-ê dan girtin.

Lê hukûmeta AKP-ê, îşev ne tenê ekranên telewîzyonên bi milyonan kurdî reş kir, wan her wisa dilê bi milyonan kurd jî ji xwe reş kir, kîn û nefreta bi milyona kurdan qezenc kir...



XXX
Fransayê zêde li ber xwe neda û zû teslîmî tirkan bû.
Pêşnûmeya ku înkara qirkirina ermeniyan weke suc dihesibîne çendakî berê di parlementoya Fransayê da bi piraniya dengan hatibû qebûlkirin. Ev pêşnûme îro ji aliyê Komîsyona Zagonê ya Senatoyê ve hate redkirin.

Pêşnûmeya ku di parlamentoya Fransayê da hatibû qebûlkirin di Komîsyona Zagonê ya Senatoyê da li he...mberî 9 dengan bi 23 dengan hate redkirin. Heger ev biryar di dengdana roja duşemiyê ya Senatoyê da jî were qebûlkirin, wê demê pêşnûme bi temamî red dibe.

Û wisa xuyaye ku ewê wisa jî bibe, pêşnûme ewê ji tirsa tirkan ji alî Senatoyê ve jî were redkirin.
Valerie Boyer a ku pêşnûme dabû parlamentoyê dibêje heta nuha wê ji tirkan gelek gefên ”kuştinê” û ”tecawizkirinê” girtiye.

Piştî biryara parlamentoyê malpera Boyerê û ya Senatoyê ji alî heckerên tirk ve hatin heckirin.
Li ser tehdîdên Tirkiyê û êrîşên tirkan parlamenterê UMP-ê yê ermenî Patrîck Deveciyan gotiye:
"Tirkiye hertim, her kesî tehdît dike. Di nava salekê da bi qasî ku ê bîra min Tirkiyeyê 7 welat tehdît kirin. Di nava van de Qibris, Yewnanîstan û Îsraîl jî heye."

Bi rastî jî wisa ye, mêrikan ji kesî natirsin, dema hewce dibînin her dewletê tehdît dikin. Û heta nuha her dewlet jî teslîmî wan bûye. Û numûneya herî dawî jî Fransa ye.
Mêrikan bi van êrîşên xwe bûn dewlet û dîsa bixêra van êrîşan dewleta xwe didin jiyandin.



XXX
Bextewarî, dewlemendî û dilşadiya herî mezin ew e ku meriv ji alî gelê xwe ve were hezkirin, di nava gelê xwe da serbilind be…

XXX
Ji bo ku zalim bisernekvevin dibê mezlûm teslîm nebin û li ber xwe bidin. Teslîmbûn mirin e, liberxwedan jiyan e, serkeftin e.
Bijî liberxwedana li dijî vê hukûmeta zalim û nîjadperest !
Bimre teslïmiyet !



XXX
Îro 19 çileya paşîn e, pênc sal berê Hrant Dînk îro li Stenbolê ji alî qatilên dewleta tirk ve hate qetilkirin.
Ji ber ku Hrant eremenî bû tehamulî hebûna wî nekirin û ew bi bêbavî kuştin.
Ji ber ku Hirant merivekî demokrat, rastgo û dostekî kurdan yê ji dil bû tehamulî hebûna wî nekirin û ew bi qeleşî kuştin.
Ez Hrant Dînk, vî egîd û rewşenbîrê ermenî bi gramî û hurmeteke mezin bibîr tînim.



XXX
Mehmet Altan jî di agirê kurdan da şwetî.
Sernivîskarê rojnameya Staraê Mehmet Altanê xwarziyê kurdan(diya wî kurda soran e), ji ber ku beyanek da ajansa ANF-ê û di qetlîama Roboskê da rexne li hukûmetê û medyayê girt ji karê xwe bû.

Li Tirkiyê nuha rejîmeke faşîst û serokwezîrekî ceberût heye, kî weke hukûmetê neke, rastiyê binivîse û weke ku hukûmet dixwaze êrîşê nebe ser kurdan îşê wî zor e, h...ukûmet tavilê dest dike qirikê û difetisîne. Ya dixe hefsê ya jî ji kar dide avêtin.

Erdogan heta nuha bi hosteyiyek mezin xwe weke mirovekî demokrat û terefdarê demokrasiyê û azadiyan nîşan da û Mehmet Altan û gelek kes jî bi vê siyaseta Erdogan ya durû xapiya.

Lê piştî ku Erdogan baş cî da nigê xwe, artêş û dewlet bi temamî girt bin kontrola xwe, êdî hewcedariya wî bi piştgiriya Mehmet Altan û kesên pêşverû demokrat nema.
Loma jî Erdogan êdî tehamulî Mehmet Altan nake û wî ji kar dide avêtin.

18 januari 2012

Faransa jî zû teslîmî Tirkiyê bû

Fransayê jî di biryara qetlîama ermeniyan da zêde li ber xwe neda û zû teslîmî tirkan bû.
Pêşnûmeya ku înkara qirkirina ermeniyan weke suc dihesibîne çendakî berê di parlementoya Fransayê da bi piraniya dengan hatibû qebûlkirin. Ev pêşnûme îro ji aliyê Komîsyona Zagonê ya Senatoyê ve hate redkirin.

Pêşnûmeya ku di parlamentoya Fransayê da hatibû qebûlkirin di Komîsyona Zagonê ya Senatoyê da li hemberî 9 dengan bi 23 dengan hate redkirin. Heger ev biryar di dengdana roja duşemiyê ya Senatoyê da jî were qebûlkirin, wê demê pêşnûme bi temamî red dibe.

Û wisa xuyaye ku ewê wisa jî bibe, pêşnûme ewê ji tirsa tirkan ji alî Senatoyê ve jî were redkirin.
Valerie Boyer a ku pêşnûme dabû parlamentoyê dibêje heta nuha wê ji tirkan gelek gefên ”kuştinê” û ”tecawizkirinê” girtiye.

Piştî biryara parlamentoyê malpera Boyerê û ya Senatoyê ji alî heckerên tirk ve hatin heckirin.
Li ser tehdîdên Tirkiyê û êrîşên tirkan parlamenterê UMP-ê yê ermenî Patrîck Deveciyan gotiye:
"Tirkiye hertim, her kesî tehdît dike. Di nava salekê da bi qasî ku ê bîra min Tirkiyeyê 7 welat tehdît kirin. Di nava van de Qibris, Yewnanîstan û Îsraîl jî heye."

Bi rastî jî wisa ye, mêrikan ji kesî natirsin, dema hewce dibînin her dewletê tehdît dikin. Û heta nuha her dewlet jî teslîmî wan bûye. Û numûneya herî dawî jî Fransa ye.
Mêrikan bi van êrîşên xwe bûn dewlet û dîsa bixêra van êrîşan dewleta xwe didin jiyandin.


XXX
Tirkan malpera serokatiya Herêma Kurdistanê beşê soranî hakkirin û "Ala Tirk" jî pê ve daliqandin.
Ji ber ku li başûrê Kurdistanê kurd weke kurdên bakur ne bindest in, bûne xwediyê hin mafên netewî, ev yek tirkan pir aciz dike. Loma jî êrîşê dibin ser wan û malperên wan hakk dikin.

Çimkî tirk hemû kurdan, li ku derê dibe bila bibe ji xwe ra weke neyar dibînin û loma jî carnan êrîşên wiha dibin ser wan jî.

Bi qasî ku tirk, kurdên başûr neyarên xwe dibînin û ji wan nefret dikin, kurdên başûr jî belovacî vê, hewaqasî ji tirkan hez dikin, xwe nêzî wan dikin û dixwazin zimanê wan fêr bibin.

Îro hema hema li hemû bajarên Kurdistana başûr meriv dikane bi zimanê tirkî karê xwe bimeşîne, cila xwe ji avê derxe.

Li aşxaneyan ji muzîka kurdî bêtir meriv muzîka tirkî dibihîze û li otêlan jî ji fîlmên kurdî bêtir li filîmên tirkî temaşe bike.

Lê li bajarekî Tirkiyê axaftina bi kurdî dikane bibe sebebê lînckirina kurdekî. Û li otêlan temaşekirina fîlmekî kurdî ji xwe ji binda ne mimkûn e.

Belkî jî ji ber vê zeîfiya hestên netewî ye em 40 milyon kurd hîn nebûne xwedî dewleteke serbixwe...


XXX
Gelî parlamenteran, ji MHP-ê, CHP-ê û AKP-ê îstifa bikin !
Hukûmeta AKP-ê li hemberî miletê kurd herbeke vekirî dimeşîne. Roj tuneye ku bi sedan tîm û pûlis negrin ser malên kurdan û bi îdîaya endametiya KCK-ê bi sedan însan negrin binçavan.

Zulm, zor, çavsorî û terora hêzên ewlekariyê bûye perçeyekî jiyana her kurdê bixîret û welatparêz.
Kîjan kurd dengê xwe bike bi îdîâya ”terorîst” e, endamê K...CK-ê ye li hustuyê wî siwar dibin û davêjin zindanê.

Êdî hatiye wê nuxteyê ku kes newêre bibêje ez kurd im, rewş ji dema 12-ê Îlona 1980-î xerabtir e.
Hedefa vê terora hukûmeta AKP-ê ne KCK û BDP tenê ye, hedef tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî, demokratîk, legal û siyasî ye, hedef şikandina serîhildan û liberxwedana miletê kurd e.

Dixwazin dema salên 1950-î û dema cûntaya 1980-î paş da bînin, dixwazain kurdan teslîm bigrin.
Dixwazin kurdan bêrêxistin bihêlin.

Dixwazin kurdan serkut û çavtirsiyayî bikin, ji xebata siyasî bitirsînin.
Loma jî dibê her kurdê ku eslê xwe înkar nake, ji xwe ra dibêje ez kurd im, ez însan im li hemberî vê zulm û zorbatiya hukûmeta AKP-ê li kurdan dike bêdeng nemîne.

Heta ku kurd rayên xwe bidin van partiyên tirk û bibin endam û parlamenterên wan ev zulm û zorbatiya li ser kurdan ewê dom bike. Ji bo ku hukûmet vê terora xwe ya li hemberî kurdan rawestîne, dibê parlamnerterên kurd yên bi xîret û xwedî ûjdan ji van partiyên zulumkar îstifa bikin.

Ez bi xwe weke kurdekî banga îstifayê li hemû parlamenterên kurd yên CHP-ê, MHP-ê û AKP-ê dikim.

Gelî endam, berpirsiyar, serok, ş aredar û parlamenterên kurd yên endamên MHP-ê, CHP-ê û AKP-ê, nebin ş irîkên zulma li gelê we dibe, partiyên tirk yên nîjadperest û neyarên gelê we îstiva bikin…


XXX
Birêz Kemal Bûrkay gotiye, "Her çiqas carnan daketibe jêr û carnan jî derketibe jor jî li Tirkiyê dîsa jî tiştên baş dibin."

Dewlet derketiye nêçîra kurdan, rojê 40-50 siyasetmedarên kurd davêje zindanê, ji bo ku meriv di demeke wiha da bibêje "li Tirkiyê tiştên başa dibin" dibê meriv ya kerr û kor be, ya dilxwazê AKP-ê be ya jî merivekî pir bêûjdan be...


XXX
Hevaltî weke kûzekî/cerekî avê ye ku carê şikiya hew dicebire…

17 januari 2012

Li hemberî zulmê çare liberxwedan e

Îro li gelek bajaran dîsa girtine ser gelek mal, komel, karxane û dezgehên kurdan. Dîsa bi sedan kurd terorîze kirine û girtine bin çavan.

Weke kurd meriv li hemberî vê zulmê û vê çavsoriya Erdogan û AKP-ê diteqe, îsyan dike...

Ji bo ku bizanibim hela ka kîjan malpera kurdî qala van operasyon û girtinan kiriye min bala xwe da malpera Rizgarîyê, Avestakurdê, Nefelê, Netkurdê, AKNewsê, Dengê Kurdistanê, Kurdînfo û PÛKmediayê.

Ji van malperan yekê jî bi yek rêzê be jî qala vê zulma hukûmeta AKP-ê nekiriye.
Ne tenê ya îro, qala girtinên do ji nekirine.

Malpera ANF-ê tenê qala operasyon û girtinan kiriye.
Medîa tirk ji xwe li ser emrê Erdogan hema hema qet qala girtinan nake, tenê carnan hin xeberên vir û reşkirinê diweşînin.

Diyar e medîa kurd jî êdî zêde guh nade girtinên bi sedan kurdî, qey terora AKP-ê ew jî hîn kirin.
Ji ber ku her roj bi sedan însan tên girtin, loma jî girtin êdî bûye bûyereke rojane ya negirîng, êdî qîmeta xwe ya xeberbûnê jî wenda kiriye, êdî tu malper hewce nabîne bibêje pûlisên rejîma AKP-ê îro sed kurdên din jî girtin...

Însan, çapemenî, medîa, nivîskar li hemberî teror û zulma hukûmeta AKP-ê êdî xemsar bûne, zulma li ser gelê xwe, li ser beşekî siyasetmedarên xwe normal dibînin...



XXX
Piştî ku di doza Hrant Dînk da biryara dadgehê eşkre bû, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî beyaneke nivîskî belav kir. Rêxistina Efûyê di beyana xwe da dibêje:

“Esas bi vê biryarê li Tirkiyê edaletê xwe mahkûm kir. Bi vê biryarê xuya dibe ku li Tirkiyê yên li ser hukum tim tên parastin û berpirsiyarên dewletê yên ku mafên mirovî îhlal dikin jî tu carî nayên cezakirin.”
 Abûqata malbata Hrant Dînk Fethîye Çetînê jî piştî biryarê li ber dedgehê beyanek da û got:

 “Vê biryarê nîşan da ku kevneşopiya(edata)bicîbûyî hîn xera nebûye. Kevneşopiya cînayetên siyasî ya dewletê berdewam e. Bi me qerfê qerfê xwe kirin."
Li gorî dadgehê, Hrant Dînk ji alî çar pênc kesên xwenezan ve hate kuştin, plan, rêxistin, organîze li pişt vê cînayetê tueneye(!)
Yanî rejîma AKP-ê qatilên dewletê parast, nexwest cînayetê zelal û hemû qatilan jî ceza bike. Çimkî yê hatiye kuştin ermenî ye.

Çeteyên dewletê ji ber ku Hrant Dînk ermenî bû ew kuştin û dadgehê jî ji ber ku qatil tirk û çeteyên dewletê bûn ew ceza nekirin.


XXX
Hukûmeta AKP-ê li hemberî kuredan piştî terora siyasî, nuha jî dest bi terora aborî kir.
Dadgeha Aneqerê ya 11. Ya Cezayê Giran, serokê KNK-ê Remzî Kartal jî di nav da biryar da ku dest deyne ser hemû mal, milk û hebûnên 31 kurdan.

Girtin û zindankirina bi hezaran û rojê kuştina ccend kecc û xortêrn kurd ne bes bû, nuha jî dixwazin bi zorbatî dest deynin ser hemû mal, milk û pereyên kurdan û di w...arê aborî da jî wan bifetisînin.
Ev biryara dadgeha Anqereyê jî nîşan dide ku hukûmetê programa teroreke piralî û pir berfireh daye ber xwe.

Di rojên pêş da ewê hîn bi hezaran kurdên din jî bigrin. Ji bo ku di hilbijartinên 2014-a da ji kurdan kesên ku têkevin hilbijartinan nemîne, meydan ji AKP-ê tenê ra bimîme...

Tiştê xuyaye hesab û planên hukûmetê ew e ku tevgera kurd ya siyasî û legal tasfiye bike, hemû belediyan ji destê kurdan derxe û nehêle careke din kurd têkevin meclîsê...

Kesên jê ra di nabêna 10 û 15 salan da ceza tê xwestin û dest dan ser malên wan ev in.
Zubeyir Aydar, Remzi Kartal, Nejdet Buldan, Nizamettin Toguç, Ali Matur, Mehmet Ali Yigit, Haydar Işık, Mehmet Taşkala, Ekrem Berkpınar, Felemez Başboga, Zulkuf Gunay, Ali Haydar Celasun, Şengul Ozbey, Aziz Dogan, Yaşar Kaya, Mahmut Kılınç, Elif Alataş, Şerafettin Kaya, Ahmet Turhallı, Okkeş Kolusarı, Şemsettin Aktaş, İsmail Ozden, Mesut Uysal, Abdurrahman Çadırcı, Yaşar Ertaş, İlknur Şen, Celal Ozkan, Özcan Şen, Yusuf Serhat Bucak, Mehmet Sıraç Bilgin ve Ali Haydar Aslıyuce.






XXX
Berdevkê AKP-ê Huseyîn Çelîk wanî ye. Hineke dibêjin kurd e, hinek dibêjin bi eslê xwe sêrtî ye û ereb e.
Axir ji çi miletî dibe bila bibe, zilamekî tirkan yê temam e, dilê xwe û mejiyê xistiye xizmeta tirkan û Erdogan.
Do bi şev di programeke telewîzyonê da min bîstekê lê guhdarî kir. Berê li hemberî kurdan hewqasî ne har û neyar bû, lê nuha wisa ye, per û bask pêve hatine, weke xwediyê xwe ew ...jî li hemberî kurdan har bûye, ji Erdogan ra bûye gurxenêqekî temam…
Lê ji şexsiyetekî serbixwe bêtir weke emirqûliye, got ez bi xwe doza tiştekî nakim, kî çi emrî û wezîfeyê bide min, ez wiya dikim û dixwazim baş bikim.
Yanî mêrik ji zilamî û xulamiya Erdogan û tirkan pir memnûn e.
Heta ku rêberên dijmin ji me bin karê me zahmet e…

16 januari 2012

Kesên ji qetlîamê sax filitîn jî rehet nahêlin !

Dawut, Servet û Hacî Encu ji qetlîama gundê Roboskê xelas bûn, lê ji taqîbata dewletê hîn xelas nebûne.

Qumandarê Alaya gundê Bujûhê(Gulyaziyê) bi telefonê ban Dawut, Servet û Hacî Encu kiriye, gotiye werin emê îfadeyên we bigrin.

Qumandar di telefonê da ji wan ra gotiye, dibê di nava rojekê da hûn hersê werin alayê û îfadeyê bidin.

Li ser pirsa Dawut Encu, “emê derbarê kîjan meseleyê da îfadeya bidin”, qumandar gotiye:
Derbarê ”muxalefeta qanûna pasaportê da, îhlala sînoran, qaçaxçîtî û anîna malê qaçax…”

Qumandar her wisa gotiye, heger ew di nava rojekê da neçin alayê û îfadeyê nedin, ewê herin wan bigrin û bi zor bibin.

Leşker û pûlisên rejîma Erdogan bi vê suretê bi pey qatilên 34 bira û merivên Dawut, Servet û Hecî nakevin, qatilan nabînin, ji dêlî wê ve dixwazin sê kesên ku ji qetlîamê xelas bûne bigrin û wan jî ji sûcê ”qaçaxçîtiyê” têxin hefsê.

Kurd li welatê xwe, dema ji gundekî diherin gundekî din, dewleta tirk navê vê çûn û hatinê dike ”qaçaxçîtî” (!)

Kurd ne ”qaçaxçî” ne û sînorên welatê kesî jî îhlal nekirine, ew li welatê xwe ji gundekî çûne gundekî din, ba meriv û xizmên xwe…

Yên ”qaçax” in û ”qaçaxçîtiyê” dikin leşker û pûlisên tirk in, ji ber ku ew bi darê zorê ketine welatê me û zulmê li me dikin û nahêlin ku em bi azadî li çarhawêlî welatê xwe bigerin.


XXX
Di Girtîxaneya Sîncanê ya Jinan da romanên Fyodor Gladkov ”Çîmento“ û ya Îlya Ehrenburg ”Gava Parîs Ket” qedexe ne.

Romana ”Gava ku Parîs Ket”, min di destpêka ya jî di orta salên 1980-î da xwend. Romaneke muhteş em bû. Piştî xwendinê bi rojan ez wer di bin tesîra wê da bûm.

Li gorî rexnegiran romana Ehrenburg ”Gava ku Parîs Ket” yek ji romanên cîhanê ya herî mezin e.
Lê ev şahesere cîhanê li... Tirkiyê, di demokrasiya Erdogan da hîn qedexeye, însan hîn nikanin vê klasîka edebiyata cîhanê bixwînin.

Li welatekî ku romanên ”Gava Parîs Ket” û ”Çîmento“ qedexe bin, ma ewê ji wî welatî çi derkeve…
Û piştî ku romanên weke ”Gava Parîs Ket” û ”Çîmento“ qedexe bin, wê demê girtî tew newêrin qala kirbên kurdî bikin…
Bi qasî ku xuyaye rewşa girtîgehan ji dema 12ê Îlona 1980-î ne baştir e.



XXX
Ji ber ku Cafer Solgun, di hevpeyvîna xwe ya bi Neşe Duzelê ra got, ”dibê rismên Ataturk ji cemxaneyan rabe”, gelek elewiyên dêrsimî li Solgun hatine xezebê û wî bi kuştinê tehdît dikin.

Dema însan bibe evîndarî qatilê xwe wihaye, jixwe loma ji vê malkambaxî û korfahmiy dêrsimiyan ra dibêjin "Sendroma Dêrsimê", yanî kesê bibe evîndarê qatilê xwe.

Dêrsimî esas ne ji dil, ji tirsê bûne kemalîst, lê dikin nakin nikanin vê tirsê bişkînin.

Di nava dêrsimiyan da hebûna kesên weke Solgun gelkî girîng e, dibê hemû kurd li Solgun xwedî derkevin û piştgiriyê bidin şerê wî yê li hemberî kemalîzmê

15 januari 2012

Nav nasnameya herî girîng e

Ez bîstek berê ji civîna Weqfa Îsmaîl Beşîkçî hatim. Îbrahîm Gurbuz û Rûşen Aslan ji Tirkiyê hatibûn, derbarê Weqfê Beşîkçî da agahdarî dan me û ji kurdên Swêd alîkariyên madî û manewî xwestin.

Hemû beşdarên civînê bi avakirina weqfê gelkî kêfxweş bûn û soza alîkariya di her warî da dan.
Beşîkçî, alimekî ku jiyana xwe weqfî miletê kurd û azadiya kurdan kiriye, lazime em kurd jî bêwefayiyê nekin û di her warî da piştgiriyê bidin weqfa vî xweşmêrê hêja.

Ez binêrim, heger ji dest min bê ezê kitêbeke wî wergerînim kurdî û diyarî weqfê bikim. Min di civînê da ev nêta xwe negot, lê ez difikirim û gelkî jî dixwazim bikim, lê wexta min tuneye.
Ez rojê 8 saetan ji swêdiyan ra kar dikim...
Çavê tunebûnê û yê dewlemendên kurdan kor be...


XXX
Li gorî malpera Netkurdê dinivîse, li bajarê Silêmaniyê mehê li dora 80 kesî navên xwe diguherin, ji erebî dikin kurdî.

Di sala 2011-a da 863 kesan navên xwe yên erebî guherandina û navên kurdî li xwe kirne.

Ji van 863 kesan 489 kesên wan mêr û 374 kes jî jin in.
...
Bi dîtina min tiştekî pir baş û rast dikin. Navê kurdan dibê bi kurdî be.
Dibê ev pêşketin esas li Kurdistana bakur yanî di nava kurdên Tirkiyê da dest pê bike.

Nav, nasnameyeke kurdbûnê ye, ev nasname me ji tirkan û ji miletên din digerîne, cihê dike.

Bi taybetî jî li Tirkiyê gelkî girîng e ku navê kurdan bi kurdî be, bi navê kurdî meriv xwe ji tirkan cihê dike û dibêje ez ne tirk im, ez kurd im.

Dibê hin kes, hin hêz li Tirkiyê dest bi kampaniyeke guherandina navan bike. Li hemberî dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê ev jî serhildanekee girîng e.
Û li alî din ji xwe ya rast jî ev e, navê kurdan dibê bi kurdî be…



XXX
Piştî ku AKP hat ser hukum demekê nabêna xwe û welatên cîran baş kir, li hemberî cîranên xwe siyaseteke nerm meşand.

Lê ji ber ku birêvebirên tirk bi kultura fêsadiyê û xerabiya mezin bûne, loma jî vê siyaseta wan ya ”dostane” zêde dom nekir, li hemberî wealtên cîran dîsa dest bi fêsadiyê, tevliheviyê û midaxeleya nava karûbarên xelkê kirin.

Nuha weke berê dîsa bi Yûnanîstanê, Bûlxarîstanê, Sûriyê..., Îranê , Rûsyayê, Ermenîstanê û herî dawî jî bi hukûmeta merkezî ya Îraqê ra têkiliya wan pir xerab e...

Serokwezîrê Îraqê Malikî, bi van fêsadiyên tirkan hesiyaye û loma jî rexneyên pir tûj li Tirkiyê girtiye. Malikî gotiye:

”Tirkiyê dixwaze li herêmê rewşweke aloz peyda bike. Beyanên dawî yên tirkan midaxeleya karûbarên hundur yên Îraqê ye. Em ebeden destûrê nadin vê yekê. Di van demên dawî da beyanên wiha didin fena ku Îraq ji alî wan ve tê îdarekirin.”

Tirk wiha ne, tu carî nikanin bêfêsadî, bêgelacî û tevlihevî bijîn, xerabî fêsadî kultura wan ya netwî ye, nekin rehet nakin.

Loma jî siyaseta wan ya dostane ya bi welatên cîranên xwe ra zêde dom nekir, nuha hertişt dîsa hatiye ser qeysa xwe ya berê, weke berê dîsa nabêna wan bi hemû cîranên wan ra pir xerab e.


XXX
Parlamentera BDP-ê ya Diyarbekirê Gulten Kişanakê ,derbarê pêla terora AKP-ê ya do da ji Erdogan şibandiye Evren û jê ra gotiye.

 ”Tu pir hewesdarê Evren î, belkî rutbeyên wî werin jêkirin û wan bi tevekin. Lê tu yê teslîmiyet û têkçûna wî jî dewir bigrî. Dawiya hewqas zulm bêyî têkçûna li hemberî îradeya gel tu riyeke wê ya din tuneye."

Rast gotiye, ewê wiha jî bibe.
Hukûmeta AKP-ê bi vê terora li hemberî kurdan gelek kurdên di xew da û "bêalî" jî şiyar dike û dike kurd.

Ji ber ku hukûmeta AKP-ê êdî jiyan ne li fikrekê, li hêz û partiyekê tenê, li hemû kurdan kiriye zindan, êdî kurdbûn bi xwe tehlûke û sûcekî mezin e.


XXX
‎34 kurd kuştin ne bes e, ji eynî gundî li 70 kesên din jî digerin. Ji salên 1950-î û virda ye ev cara pêşîye ku hukûmetek bi vê derecê zulmê li kurdan dike. Terora Erdogan ya li hemberî kurdan dide meşandin ji ya naziyên alman jî derbas kir. Êdî li Tirkiyê kurdbûn bûye tahlûkeya herî mezin...


XXX
Piştî fernana Erdogan li Tirkiyê û li Kurdistanê nêçîra kurdên welatparêz berdewam e.
Îro dîsa pûlis û tîmên dïktatoriya AKP-ê li gelek bajaran girtin ser gelek mal û dezgeh û rêxistinên kurdan û parlementera BDP-ê ya Wanê ya berê Fatma Kûrtûlan jî di nav da zêdeyî 100 kesï girtin bin çavan. Pûlisên rejîma dîktator ya faşîst li Anqerê girtin ser mala parlamentera BDP-ê ya Diyarbekirê Leyla Zanayê jî, deriyê wê şikandin û mala wê jî saxî kirin.
Yanî di rejîma Erdogan da êdî ewlekariya parlamenteran jî tuneye, pûlis deriyên wan jî dişkînin û bi darê zorê dikevin malên wan jî.

Tiştê dïktatoriya Erdogan li hemberî kurdan dike zulm e, zorbatî û teroreke faşîstî ye. Li hember miletekî meşandina teroreke bi vî rengî bêyî faşîzmê ne tiştekï din e.

Û ya herî zêde meriv diêşîne bêdengiya ronakbîr û civata tirk e, bêyî çend nivîskaran civata tirk li vê zulma li kurdan dibe temaşe dike...



XXX
Li hemberî vê çavsorî, zulma û van girtinên kêfî yên hukûmeta AKP-ê ji vê sibehê da ye ez ji qehran dikim biteqim, weke dînan li ser serê xwe digerim, xwarin bi gewriya min da naçe xwar.

Gava yek hewqas neqî û zulmê li miletê meriv bike û mriv nikanibe tiştekî pê bike bi min pir û pir zor tê...

Ez nuha di rîngê da xwe weke boksorekî destgirêdayî his dikim, Erdogan bi pûlis û leşkerên xwe li gelê min... zulmê dike, deriyê mebûsên kurdan dişkîne, rojê bi sedan siyasetmedarên kurd digre davêje zindanan, lê ez nikanim tiştekî pê bikim.
Ev yek min diheline, min merezarî dike…

Hemû hukûnetên tirk zulm li kurdan kirine, lê tu hukûmetê bi qasî hukûmeta AKPê zulm û neheqî li kurdan nekir.

Tiştê Erdogan dike ji zulmê jî mezintir e, êdî faşîzim e.
Kesên ku xwe însan, kurd û welatparêz dibînin dibê êdî piştgiriyê nedin hukûmeta AKP-ê, dibê êdî bi vê hukûmta faşîst ra hevkariyê nekin, nebin aletê siyaseta Erdogan ya qirkirina kurdan.

Her kurdê welatparêz dibê li dijî vê terora AKP-ê derkeve, bêdengî hevalbendiya terora Erdogan ya li hemberî kurda ye.


XXX
Her kurdê ku dev ji heysiyet û kurdayetiya xwe bernedaye, her kurdê ku hîn nebûye hevkar û parsekê ber deriyê hukûmeta AKP-ê hedef û neyarê hukûmetê ye û loma jî dewlet êrîşî dibe ser wan.
Xelasiya kurdan girêdayî xistina vê hukûmet û rejîma faşîst e.
Bulent Arinc gotibû ewê hemû mafên kurdan bidin, wisa xuyaye ku bi van girtinan baş hemû mafên kurdan didin...

14 januari 2012

"Partiya Xapandina Bi Edaletê"

Rojnamevan Cand Dundar, derbarê sextekarî û durûtiya AKP-ê da nivîseke baş nivîsîye. Can Dundar, derbarê Erdogan û taximê wî da tespîtên pir di cî da û rast dike…

Dundar ji bo Erdogan û rêvebirên AKP-ê dibêje, ew ne li dijî saxîkirina malên parlamenteran e, tiştê ew li dij, dibê malên parlamenterên wan neyên saxîkirinnn.

Ew ne li dijî girtina partiyan e, tiştê ew li dij, dibê partiya wan neyêî girtin.
Ew ne li dijî şerê li dijî kurdan e, tiştê ew li dij dibê di vî şerî da leşker li hemberî wan xurt nebin.

Di mesela Dêrsimê da ew ne samîmî ne, heger samîbî bûna piştî qetlîama gundê Roboskê ewê tavilê biçûyana Qilabanê û ji gel lêborîn bixwestana.

Min hin beşên vê nivîsa Dundar kir kurdî. Ez li jêr diweşînim.

”Piştî beyana serokwezîr, ”bira kerem bike derkeve serê çiyê” saxîkirina mala Leyla Zanayê ji alî pûlisan ve zorbatîye.

12 sal berê dozgerê DGM-ê xwestibû bigre ser mala mebûsa partiya Fazîletê Merve Kavakçi.
Wê demê jî gava ji medya merkezî dengê çepikan bilind dibû ez li dij derketibûm, min dozgerê ku weke bera eşqiyayekî bide, şevnîvê şevê bi darê zorê dixwest têkeve malekê rexne kiribû.

Fazîletçî wê demê di cepheya mexdûr da bûn. Tavilê reviyabûn mala Kavakçî û gotibûn bi saxîkirina mala mebûsekê dozger li hember cîhanê em rezîl kirin.

Bulent Arinç gotibû, ”Ev komployeke li hemberî partiya me hatiye tertîbkirin. Xwestibû ku serokê meclîsê uzrê xwe jê bixwaze.

Arinç îro cîgirê serokwezîr e.
BDP, li meclîsê li aliyê lêborînxwestinê ye.
AKP jî ji ber saxîkirina mala Leyla Zanayê bira lêborînxwestin li wir bimîne, di pozîsyona emirdariyê da...

Esas ne li dijî saxîkirina mala parlamenterekê ye.
Tiştê ew li dij in, saxîkirinên malên wan in.
Esas ne li hemberî girtina partiyan e jî.
Li dijî girtina partiyên xwe ne.

Piştî ku sîstema edaletê anîn nuxteya ku partiya wan nagre, ji bo girtina BDP-ê dest bi beyanên girtinê kirin, di vî warî da rê nîşanî pûlis û edaltetê dan.

Wan jî mesaj girt û dest bi saxîkirina malan û girtina însanan girtin.
Esas ne li dij in ku însan girtî werin mehakemekirin, ne li dijî dirêjiya dema girtçbûnê ne, heta ku ew ne girtî bin.

Esas ne li dijî DGM-yan bûn(dadgehên dewletê yên taybet), derdê wan kontronekirina DGM-yan bû. Jixwe DGM girtin û dewsa wan da DGM-yên sivîl yên di bin kontrola hukûmetê da vakirin.
Ne li dijî dadgehên serbixwe bûn jî, ji serxwebûna dadgehan nerehet bûn.
Edalet teslîm bû, mesela qeiya.

Esas ne li dijî midaxeleyên leşkeran ya siyasetê ne, li dijî midaxeleyên leşkeran yên li hemberî xwe ne.
Ger new isa bûya, dema serfermandar got ”perwerdeya kurdî nabe”, ewê bigotana hûn xwe tevî vî şîî nekin.
Negotin.

Esas li li hemberî çareserkirina mesela kurd ya eskerî ne.
Di şer da li dijî xurtbûna leşkeran bûn.

 Piştî ku serfermandar ekarte kirin, di mesela kurd da vegeriyan metodên şîdetê.

Heger bi rastî êşa Dêrsimê bikişandana, ewê biçûyna Qilabanê û ji gel uzir bixwestana.
Belovacîwê, serfermandar pîroz kirin.

Welhasil do ji çi tiştê ku li hemberî wan bû û jê gazin dikirin îro eynî tiştî tînin ser raqibên xwe.
Dema di mixalefetê da bûn di her warê ku digotin ”em edaletê dixwazin” nuha cot standartiyê bikar tînin."

Dundar, di dawiya nivîsa xwe da navekî pir xweş li AKP-ê kiriye, gotiye "Partiya Xapandina bi Edaletê…”

Bîranîna şehîdekî Kurdistanê*

Berî nuha bi 35 salan, di 11-ê meha çileyê 1977-an da(11/1-77) têkoşer û kurdperwerê hêja û bêtirs Ahmed Soken li Erzeromê ji alî çend faşîstên qatil yên destbixwîn ve bi hawakî bêbext hat şehîdkirin.

 Ahmed Soken li Erzeromê xwendevanê Zanîngeha Zîraetê bû. Ez bawer dikim sala wî ya duduyan bû. Di wan salan da him Erzerom wek bajar û him jî hemû zanîgehên wê di destê faşîstan da bûn. Faşîstan wek îro, wê demê jî li Erzeromê bi alîkarî û piştgiriya hêzên dewletê li hemberî xwendevanên kurd, pêşverû û demokrat terorek mezin dimeşandin. Roj tunebû ku xwendevanekî kurd û pêşverû birîndar nekirana ya jî nekuştina.


Di wan rojan da xwendina li Erzeromê cesareteke mezin dixwest, herkes newêrîbû biçûya Erzeromê.
Ahmed, ev rewşa Erzeromê ya tahlûke baş dizanîbû lê dîsa jî çavên xwe ji terora faşîstan nekuta û qeyda xwe li Zanîngeha Zîraetê çêkir.

Heger çewt di bîra min da nema be, ji Wêranşarê du sê hevalên din jî li wir dixwendin. Yek jê gorbuhiştê Mustafa Goren, Mhemet Ekîncî(birayê Kazim Ekîncî yê şehîd) û Mehmet Yurt jî bi Ahmed ra di eynî zanîngehê da xwendevan bûn. Ev hersê heval jî hevalên me yên DDKD-ê bûn.

 Kazim Ekîncî endamê partiyê(KÎP-ê)bû û kadirekî me yê pir hêja bû. Li Wêranşarê abûqatî dikir. Di 7-ê nîsana 1994-an da ew û hevalê xwe Fahrî Înan ji alî qatilên dewletê ve hatin qetilkirin.
Ev van herdu kurdperwer û têkoşerên DDKD-ê yên giranbuha bi hurmet bibîr tînim.


Mustefa Gorenê gorbuhişt jî çend sal berê di şerekî malkambax yê eşîrtî da li Amedê ji alî merivekî xwe yê kêmaqil ve hat şehîdkirin. Ez li vir, bi hurmet û bi dilşewatiyeke mezin vî hevalê xwe yê ezîz û kurdperwerê hêja bi bîr tînim.


Ahmed Soken yek ji şehîdên DDKD-ê yê pêşî ye 
Weke min li jor jî got, wê demê Erzerom bajarekî faşîst lê xurt bûn. Di zanîngehan da her roj şer û pevçûn hebû.
Rojekê berî şehîdbûna Ahmed, faşîtan dîsa hevalekî wî yê bi hev ra diman birîndar kiribûn.

Xortê birîndar ya ji grûba Dev Yol-ê ya jî ji Dev Sol-ê bû. Ahmed çûbû serdana vî hevalê xwe yê birîndar. Piştî serdanê, sê çar faşîst, di hundur nexweşxaneyê da ji para bi kêran êrîşî Ahmed kiribûn.

 Birînên wî giran bûn. Li gel ku cîyê bûyerê hundurê nexweşxanê bû û loma jî tuxtoran tavilê midaxele kiribûn jî lê ji ber ku bêhay û ji par ra lêxistibûn û birînên wî jî pir xedar bûn loma jî Ahmed xelas nebû û şehîd ket.


Bûyerên bi rê da  Bi bihîstina xebera şehîdketina Ahmed ra birayê wî yê mezin Mihemed tavilê çû Erzeromê. Mihemed û gelek xortên din bi otobozekê û gelek wesaitên din cenaze dianîn Wêranşarê.


Bi rê da, li ser pira Dêrsimê ya li ser riya Xarpêtê gelek xwendevanên ji dibistanên Dêrsimê ji bo ku demeke kin konvoya cenaze rawestînin û faşîstan û cînayetên wan protesto bikin derketibûn ser riya konvoya cenaze.

Lê hêzên ewlekariyê, pûlis û leşkeran cenaze nedan û girse gulebaran kirin. Di vê êrîşa leşker û pûlisan da jî gelek kes birîndar bûn û ez bawer dikm xoretek jî hat kuştin.


Rewş û haziriyên berî cenaze  Berî cenaze were Wêranşarê me weke grûba “Şivancîyan” hemû haziriyên xwe kiribûn.
Wê demê DDKD hîn resmî nehatibû avakirin. Lê li Wêranşarê komeleyek me hebû.


Herçiqas ji grûbên din jî çend xort endamên komeleyên bû jî, lê îdare û piraniya endamên komelê heval û dilsozên me bûn. Ez serokê komeleyê bûm. Ez di komîta partiyê ya wîleyeta Ruhayê û berpirsiyarê Wêranşarê bûm. Ahmet jî yek ji hevalê me yê destpêkê bû. Me yê cenazeyê hevalê xwe bi rengekî ku layiqî wî bû rakira.


Wê demê li Wêranşarê bêyî me Kawa û çend kes jî ji grûba TÎKO hebûn. Apocî hîn ne bûbûn hêz. Yekî Wêranşarê li Dêrsimê dixwend, ew bûbû dilsozê wan. Bi riya wî hin xebatên wan hebûn. Kesên wek Mistefa Gezgor û hinên din dû ra bûn hevalên wan. Wekî din jî tu grûp li Wêranşarê tunebû.


Lê ev grubên hebûn jî hemû biçûk bûn, her yek çend kes bûn, grûba herî bi hêz em bûn. Ji xwe hîn destpêka peydabûna grûban bû.


Herçiqas Ahmed hevalê me bû jî lê hevalên ji grûbên din jî xwestin di rojeke wiha da beşdarî merasima cenaze bibin û vê cînayeta faşîstan protesto bikin. Him ji bo ku di cenaze da teşxele dernekeve û him jî wek daxwaz ne tiştekî çewt bû, loma jî me ev daxwaza grûbên din qebûl kir.

Ez bi berpirsiyarê TÎKO û Kawa-yê ra rûniştim. Li ser navê grûba me ez, li ser navê TÎKO-yê Seydo Aslandag û li ser navê Kawa-yê jî Reşît Delek bû. Me li ser hemû tekstên ku ewê li ser bandrolan werin nivîsîn û slaoganên/şîarên ku ewê werin qîrîn li hev kir. Ji biryarên me yek jî ew bû ku li dijî Sovyet û Çîn-ê ew ê tu bandrol neyên hildan û tu slogan jî neyên qîrîn.

Wê demê sebebê dijminatî û şerê di nabêna hêzên kurdan da hema hema tenê ev mesele bû. Yanî mesela Çîn û Sovyet bû. Û navê vê kêmaqiliyê jî şerê “îdeolojîk” bû (!)


Wêranşar hatibû îşxalkirin  Berî hatina cenaze heger ne bi hezaran bû, bi sedan leşker û pûlis ji Ruhayê hatibûn û Wêranşarê û bajar îşxal kiribûn. Dema me cenaze ji mal rakir û berê xwe da goristana ku ewê lê were veşartin(Goristan Şêx Mihemed) çarhawêlî me ji alî leşker û pûlisan ve hatibû dorpêçkirin.

Ne tenê der û dora me, ser hemû dikan û xaniyên li ser riya me jî tije leşkerên çekdar bûn. Wek ku bajar ji alî hêzeke dijmin ve hatibe dagîrkirin. Leşkeran devên lûleyên tivingên xwe kiribûn sîngên me.


Û sûcê me jî tenê rakirina cenazeyekî bû.Cenazeyê xortekî wek tak rihan ku bi hawakî bêbext û bêûjdan ji alî faşîstan ve hatibû şehîdkirin…


Bûyerên dema rakirina cenaze  Me cenaze ji mal rakir. Heta nîvê rê, tu gelş derneket, wek ku me li hev kiribû meş dihat îdarekirin.
Lê di nîvê rê da ji grûba Kawa Pişo Ahmedê Swêregî slogana li dijî Sovyetê diqîre, “ dibêje bimre emperyalîma Sovyetê”!

 Li ser vê, hevalekî me( Bîlal Çepîk) biryara me ya mişterek bi bîrê dixe û dibêje vê sloganê neqîre.
Pişo Ahmet ji vê midaxeleya hevalê me aciz dibe û bi mûştaya di destê xwe da(mûşta berê di destan da bûye. Hesinekî wek lepikan e, meriv dixe tiliyên xwe) li devê Bîlal dixe û sê çar diranên wî yên pêşiyê dişkîne.


Qelebalix seriyek hebû, seriyek tunebû. Em nêzî goristanê bûbûn Bîlal û çend hevalên din hatin ba min, gotin hal mesele wiha ye, emê herin Pişo bibînin û lêxin.

 Min got nuha rawestin, piştî belavbûna çenaze herin hesabê vê kirina wî jê bipirsin.
Ji ber ku bi teqînekê ra dikanîbû bi dehan însan werin kuştin. Dora goristanê jî ji alî leşkeran ve hatibû rapêçan.

 Erê tiştê Pişo Ahmet û hevalekî wî (nuha navê wî nayê bîra min) kiribû bêexlaqî û provakasyonek bû lê dibê em jî nebûna sebebê bûyerên hîn mezintir.

Leşker ji xwe li maneyê digeriyan, bi rehetî dikanîbûn li me bireşandina û bigatana wan berra hev da û hevûdu kuştin.

 Di dema definkirinê da jî dîsa li ser mesela sloganan hin bûyer derketin û çend kes hatin girtin, ji wan yek jî birayê min Fûad bû. Ew jî Kawacî bû.


Hevalên Swêregê jî tevî bûyerê dibin  Helbet ji bajarên din jî gelek kes, him hevalên me û him hevalên grûbên din hatibûn rakirina cenaze. Loma jî qelebalixek mezin çêbûbû. Di vê nabênê da hevalên me yên swêregî jî buyera birîndariya Bîlal bihîstin.

Hin hevalên berpirsiyar gotin hûn dest nedinê, emê vî hesabî ji Pişo bipirsin.
Bi qasî ku tê bîra min hevalên me yê swêregî li çarriya ku wasite jê radibûn, berî ku wasita grûba Kawa bi rê keta xwe gîhandin wan. Di nabêna hevalên me û hevalên Kawacî da şer û pevçûnek biçûk derket.

Rahmetiyê Ferît Ûzûn jî wek serokekî Kawa li Pişo Ahmet xwedî derket û ew parast. Paşa Ûzûn di kitêba xwe ya bi navê ”Xalê min Ferît Ûzûn” da qala vê bûyerê dike. Lê bûyer zêde mezin nebû.

 Qatil hatin girtin  Piştî şehîdbûna Ahmed ji qatilan du heb hatin girtin. Navê yekî Ahmet bû ji qeza Edenê, ji Kozanê bû. Paşnavê wî nayê bîra min. Navê yê din jî Çetîn Bozkurt bû. Çetîn Bozkurt ji Dîlokê(Entabê), ji qeza Îslahiyê bû.

 Mahkima wan li Erzeromê demekê dom kir. Birayê Ahmed, Mihemed tim diçû mahkimê. Dema mahkime hat sefha biryarê, ji ber tunebûna ewlekariyê mahkime ji Erzeromê rakirin Balikesîrê . Li Balikesîrê ewê biryar bihata dayin, ya ewê qatil berat bibûna, ya jî ceza bixwarana.


Mihemed xwest ku ez û wî bi hev ra herin Balikesîrê û beşdarî mahkimê bibin.
Min daxwaza wî qebûl kir û em rabûn çûn Balikesîrê. Tarîx nuha baş nayê bîra min, lê ez bawer dikim payiza 1978-an bû.

Mihemed ji abûqatê xwe yê li Erzeromê navê abûqatekî girtibû, jê ra gotibûn merivekî baş e.
Abûqat, yekî CHP-yî û merivekî bi nav û deng bû. Heta ez ne şaş bim abûqatê Erzeromê nameyek jî jê ra şandibû.

Welhasil berî mahkimê bi du rojan em çûn Balikesîrê. Me çû ew abûqata( Turgut Înal ) dît û ew wek wekîl tayin kir.

Turgut Înal, wê demê serokê Baroya Balikesîrê bû. Me hêzan faşîstan jê pirsî. Mêrik got, weleh li vir faşîst xurt in, heger kesekî we tunebe xerab e. Em rabûn çûn komela mamoteyan(TOB-DERê). Me rewş ji berpirsiyarên TOB-DERê ra got û ji wan alîkarî xwest. Me xwest ew jî bi me ra werin mahkimê û piştî mahkimê jî me tenê nehêlin.

Camêran gotin, wele tu hêzeke me ya ku em kanibin we li hemberî faşîtan biparêzin tuneye û tu kes jî newêre bi were were mahkimê.
Bi vî hawî hêviya me ji wan jî qut bû. Me kortika hustiyê xwe xurand û em rabûn.

Em ji mahkimê reviyan  Roja din em herdu tenê çûn mahkimê. Hakim piştî fêr bû ku ez û Mihemed kî ne û em çi yê Ahmet Soken in, ji Mihemed pirsî, got, tu ji van kesan çi dixwazî, giliyê te çi ye?
Mihemed got, vana birayê min kuştune û ez dixwazim hûn wan ceza bikin.

Piştî girtina îfadeyan, pêşkêşkirina delîlan û parastinên abûqatên herdu aliyan, mahkimê ji bo îlankirina biryarê nabên dayê.

Malbatên qatilan jî ji Edenê û Dîlokê hatibûn. Abûqatên wan jî ji Edenê û Dîlokê hatibûn.

 Dema em derketin der, me bala xwe dayê ku hundur û derî edliyê tije faşîst bûne. Hemû li benda eşkerebûna biryarê ne. Em bi abûqatê xwe ra peyivîn, me got rewş çi ye?
Abûqat got, sedî sed ewê ceza bixwin û piştî wê jî îhtîmal heye ku li we xin.
Me got çare?
Got tiştekî ez bikim tuneye, ya baş herin ba dozger(sawcî)û alîkariyê jê bixwzin.
Me got baş e. Rabû da pêşiya me, em birin ber deriyê sawcî û çû…

Me ji dozger daxwaze hevdîtinê kir. Piştî bîstekê sawcî(dozger) ban me kir û em çûn hundur. Bi dozger ra ez peyivîm. Min mesele jê ra got û daxwaza parastina me jê kir. Min got piştî biryarê îhtîmaleke mezin ewê êrîşî me bikin, loma jî dibê hûn ewlekariya me bigrin.
Sawcî got:
-Min bûyer di rojnameyan da xwendiye û haya min jê heye. Lê ji ber ku hîn ne êrîşî we kirine û ne jî li we xistine, loma jî ez nikanim tiştekî bikim.
Min got, hûn dibêjin ku ancax piştî ku li mexistin hûn dikanin midaxele bikin. Lê em dixwazin ku li me nexin. Ma hûn garantiyê didî ku ewê li me nexin?
Dozger got na.
Min got, ”baş e, em çi bikin?”
Got bi dîtina min ya baş ew e bêyî ku hûn li bende biryara mahkimê bimînin, hema ji vî deriyê dawî derkevin û zû Balikesîrê biterikînin.

 Me dît ku dozger naxwaze alîkariya me bike. Em bi hustuxwarî û bi tirseke mezin ji oda wî derketin.
Ji mecbûrî, bêyî ku em li bendî biryara dadgehê(mahkimê) bimînin, em ji deriyê edliyê yê paşiyê derketin û bi texsiyekê me xwe gîhand otêla xwe.

 Navê otêlê nayê bîra min, lê wê demê otêla Balikesîrê ya herî mezin û luks bû.
Me tavilê bawilên xwe anîn lobiyê û texsiyek da xwestin. Hîn texsiya me nehatibû me hew dît ku wa ye abûqat û dê û bavê Çetin Bozkurt û gelek kesên din jî bi wan ra, ew jî li lobiyê rûniştine.

Abûqatê Çetîn Bozkurt ji Dîlokê hatibû, me di mahkimê da hev û du dîtibû û baş bala xwe dabû hev. Hemûyan nexel nexel û xayin xayin li me nêrîn û awirên tûj dan me.

Me fêm kir ku kesên girtî ceza xwarine. Dû ra em ji abûqatê xwe fêr bûn ku her yekî 16 sal ceza girtiye.


Em ji Balikesîrê zor xelas bûn  Texsiya me hat û em çûn otogara otobozan. Me bi lez û bez bilêtên xwe ji Enqerê ra birî û em raste rast çûn ketin otoboza xwe.

Piştî çend deqîqeyan me dît ku hinek di paceyên otobozan ra çavên xwe li rêwiyan digerînin. Me fêm kir ku otoboza ku em pê diherin tespît dikin..
Tirsa dilê me zêde bû…

Ez zêde dirêj nekim, otoboza me bi rê ket. Bi rê da li çend ciyan, di dema bînvedanê da otoboza me û ya dê û bavê Çetîn Bazkurt û abûqatê wî li eynî aşxaneyê sekinîn.

Yanî bi rê da jî em çend caran rastî hev hatin. Ew qelebalix bûn. Tirsa min ew bû ku ew eşkalên me bidin faşîstên Enqerê û li otogara Enqerê li me xin. Çimkî wê demê ew herêm bi tevayî di destê faşîstan da bû.

Dema em nêzî Enqerê bûn, min ji Mihemed ra got dibê em kincên xwe biguherin. Wî her çiqas got na jî lê min israr kir. Mihemed terziyekî baş bû, pir ji bejn û bala xwe hez dikir, loma jî çakêtekî qedîfe yekî rengo mengo li xwe kiribû ya sitar, di nava hezar kesî da jî meriv dikanîbû ew nas bikira.

Axir pantor ne tê da, me hemû kincên xwe yên din guhertin. Min, heta bigihîje berçavka xwe jî danî, ji bo ku gava em li Anqerê ji otobozê daketin me nas nekin

Em li Enqerê ji mirinê xelas bûn
Dema otoboza me gihîşt gara Enqerê û em jê daketin, em gelkî bi temkîn û bi tirs bûn. Şev ya jî danê êvarê bû. Gar pir qelebalix bû, wek ku haşer mahşer rabûbe. Ez ditirsiyam ku em bi çewtî herin li texsiyeke yekî faşîst suwar bin. Em bi texmînî çûn li texsiyekê suwar bûn û me got me bibe Yûrda Diyarbekrê( mala xwendevanan )

Şofêr yekî xort bû û porê xwe jî li makînê xistibû. Ez ji şikil û şemala wî pir ne piştrast bûm.
Dema em nêzî herêma Bahçeliyê bûn me dît ku texsiyek ji pa ra îşaretê dide me, dibêje rawestin.
Bahçelî herêmeke di destê faşîstan da bû, ez bawer dikim komeleyeke wan jî li wan deran hebû.


Min ji şofêr ra got, nesekine, bajo!  Lê piştî ku erebeya pişt me gelkî israr kir û ji pey me veneqetiya, şofêrê me guh neda îtîraza min û li kêleka rê sekinî.
Ew jî hatin li pişt me sekinîn. Em herdu jî di dawiya erebê da bûn. Min bala xwe dayê di erebeya wan da jî bêyî şofêr sê kesên din hene. Yek ji erebê daket û hat bi şofêrê me ra peyivî.
Şofêr jê ra got:
-Xêr e, hûn çi dixwazin?
Got, em li hevalekî xwe digerin, me got belkî di texsiya te da be… Di vê nabênê da jî di paceya şofêr ra serê xwe xist hundur û li me nêrî. Fena ku bixwaze eşkalê me tespît bike. Hinekî bala xwe da me û çû ba hevalên xwe.

Dema ew çû, min got bajo. Lê şofêr hinekî xwe giran kir û najot, ew jî şaş mabû.
Zilam çû bi hevalên xwe ra hinekî peyivî û bi lez dîsa bi paş da hat. Dîsa hin tişt bi şofêr ra peyivî û careke din baş bala xwe da me.

 Lê me xwe tam tebdîlîqiyafet kiribû, ne mimkûn bû ku eşkalên wan girtibûn û kincên me yên wê gavê li me li hev bikirana. Dû ra bêyî ku tiştekî ji me bipirse çû.
Bîna me hat ber me. Em sedîsed ji mirinê filitîbûn…
Şofêrê me bi rê ket.
Em çûn yûrdê. Bîstek derbas bû xortek, bawila wî di dest da hat. Ji bajarekî din dihat. Got yaho nizanim îşev çi mesele bû, faşîstan li derdora garê erebe disekinandin û li hundurê wan dinêrîn, fena ku li dû hinekan bûn.

Me bi heyecaneke mezin qala serpêhatiya xwe kir û got wele ew kesên ku ew lê digeriyan em bûn, bi tesadufî em ji mirinê xelas bûn.

Dibê em şehîdên xwe ji bîr neki  Wek min li jor jî got, Ahmet Soken yek ji şehîdên vê tevgerê(DDKD û KÎP-ê) yê pêşîn e. Bîrnekirina Ahmed û hevalên şehîd yên din wefadarî û qedirşînasiyeke baş û di cî da ye. Ew dost û hevalên ku her sal van hevalên şehîd bibîr tînin karekî baş dikin. Mala wan ava.

Heger wan îlana bîranîna heval Ahmed neda, minê jî ev nivîs nenivîsiya. Ew îlan bû sebeb ku ez jî hin bîranînênên xwe yên vê bûyerê careke din bibîr bînim û hin dost û hevalan jî bikim şirîkê wan.
Ez dixwazim çend gotinan jî li ser têkiliya xwe û Ahmed jî bibêjim.

 Ahmed Soken yek ji wan xortanên Wêranşarê yên wê demê bû ku min wexta xwe didayê û bi kêf û zewqek mezin pê ra sohbet dikir. Wek gelek xortên din ew jî hîn nuh bi mesela kurd û sosyalîzmê dihesiya û gelkî kêfa wî jê ra dihat.

 Bi heyecan tevî minaqeşeyan dibû û pir jî dixwend. Cara dawî dema ji mektebê hatibû îznê ez çend caran li dikana(terzîxaneya) birayê wî Mihemed pê ra rûniştim û me sohbet kir. Min bala xwe dayê ku di demeke kin da mesafeyeke gelkî mezin girtiye. Dixwest mesûliyetê bigre ser milê xwe.Tiştê nuha tê bîra min, li hember wê fêrbûna wî ez hinekî şaş mabûm.

Di demek kin da gelek tişt fêr bûbû, heyecan û şewqeke mezin pê ra hebû. Û li hember hêza faşîstan ya li Erzeromê jî bêtirs bû, rehet bû.

Ez di 35 saliya şehîdbûna heval Ahmed da wî û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet û bi giramiyeke mezin bi bîr tînim.




*Min ev nivîs cara pêşî di sala 2007-a da(14/1-07)nivîsî. Bi hin guherînên biçûk ez carke din diweşînim.
Rismekî merasima cenaze jî heye, ez û bavê min ê rahmetî jî tê da xuyan e, ez wî rismî jî di facebookê da diweşînim.